Zarok û Fîlozof

Zarok û Fîlozof

Zarok û Fîlozof 

Dibêjin li welatekî fîlozofek hebûye, di zemanekî berê de. Ev fîlozof, xwe zanyar dihesibîne û xwe li quretîyê girê dide… 

Ji xwe xwe re her dem dibêje: ‘Di aqilê xwe de min hemû zanayîyan berhev kiriye û tiştekî ku ez ji mirovekî din fêr bibim, tune.’ 

Vekişiya ye mala xwe û wisa bi zanayîyên xwe serxsweşbûyî, jiyana xwe domandiye… 

Li derîyê malê dixin rojekî. Fîlozofê me derî vedike û lê mêze dike ku zarokekî biçûk li ber derî rawestiyaye. 

Fîlozof gotiye: ‘Tu çî dixwazî lawê min?’ 

Zarokê li ber derî gotiye: ‘ Diya min ez şandim cem te xalo. Ji me re pizoteka agir divê.’ 

Li gor gotinan dibêjin ji ber ku wê demê niftik û çaqmak tunebûn, xelkê di bin xweliyê de pizotan vedişartin û bi van pizotan tifika malê vedixistin… 

‘Baş e, ez ê bidime te. Lê ka firaxa te?’ dibêje fîlozof. 

Zarok, hebekî dibişire û dibêje: ‘Firaxeka min tune xalo.’ 

Fîlozof dibêje: ‘ Ma wiha dibe? Ne, ê destê te bişewite lawê min, tu nikarî wiha bibî?’ 

Zarok gotiye: ‘ Ne, hêsan e xalo. Ji kerema xwe re tu pêşî xweliya agir bêxe kefa destê min û piştra jî pizotê deyne ser xwelîyê. Ez ê wiha bibim malê.’ 

Fîlozof , wiha kiriye û zarok jî, pizotê wiha birîye mala xwe. 

Fîlozofê me yê pozbilind, bi vê yekê şaş û metalmayî bûye. Lomeyan li xwe kiriye… 

Ji xwe xwe re gotiye: ‘Bi rastî jî e vî zarokî hedê min nîşanî min da. Quretîya min li rûyê min da bi vê yekê. Divabû min pê bizanibûya ku pêvajoya fêrbûnê û bidestxistina zanayîyan, naqede? 

Ali Gurdilî

info@felsefevan.org 

Ger çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin