Zimanê Serdestan û Berpirsiyarî

Zimanê Serdestan û Berpirsiyarî

Zimanê Serdestan û Berpirsiyarî  

Mirovên ku armanca wan navdarî û berjewendiyên şexsî ne, bêguman berê xwe didin zimanê serdestan û xizmeta zimanê serdestan dikin. Lê mirovên ku xwe li hemberî civat û zimanê xwe yê dayîkê, berpirsiyar dibînin û vê yekê wekî meseleyeka wujdanî dinirxînin, ew jî berê xwe didin zimanê xwe yê resen ê bindest. Bazara zimanê kurdî, a niha qels e û ta radeyekî jî, mirov dikare bibêje ku tune jî. Lê tevî vê rastiyê, mirovên ku bi wateya bindestiya zimanê xwe dizanin, tevî êş, azar û aloziyan jî, dev ji xizmeta zimanê xwe bernadin. Di civata me de, mirovên wisa hene ku tevahiya imrê xwe, dane xizmeta zimanê xwe. Civata kurdan, divê van hêjayan binase û herî zêde qedr û qîymetê, nîşanî wan bide. 

 Ali Gurdilî

 felsefevan@hotmail.com  

 14 Berfenbar 2013

Bersivekê binivîsin