Felsefe Lêgerîneke Bêrawest e
Felsefe Lêgerîneke Bêrawest e
Mirov li rojava her tişt e, lê li rojhilat per û baskên mirov hatine şikênandin!
Felsefe pirs e, pirskirin e, lêgerîn û nêrîneke tevahî ye. Niha li Rojavayê, girîngiyeke mezin didine felsefeyê. Çimkî wan di rabirdûya xwe de feydeyên mezin ji felsefeyê wergirtin û têgihiştine wê yekê ku beyî felsefeyê, jiyan nabe.
Xwe ji berçavkên hespan rizgar kirin. Çimkî ji bo têgihiştineka gerdûnî ya aqilane û mantiqî, wateya jiyana mirov, exlaq, siyaset û olê pêdivî bi felsefeyê heye. Rojavayî, xwe ji kirasên teng derxistin, li bersivên pirsên xwe geriyan û wan vê yekê bi awayekî aqilane pêk anîn. Bêguman vê yekê jî, rê li ber firehbûna felsefeyê vekir.
Ali Gurdilî
10.02.2014