Romana Shêrko Fatah ya Li Welatê Sînoran

Romana Shêrko Fatah ya Li Welatê Sînoran

Weşanxaneya Ayrɪntɪ wek romana duwemîn a Rêza Pirtûkên Zer bi wergera Husên Duzen a ji almanî romana Shêrko Fatah Li Welatê Sînoran weşand.  

LI WELATÊ SÎNORAN

Sherko Fatah (Şêrko Fetah) nivîskarekî kurd û alman e ku di sala 1964ê de li Berlîna Rojhilatê hate dinyayê. Di sala 2015ê de xelatên “Hunera Mezin ya Berlinê” û ya Adelbert von Chamisso wergertine. Li edebiyata almanî zimanekî nû û erdnîgariyeke nû zêdekir û bi wê dihête methkirin. Sherko Fatah, ji sala 1975ê ve  li Berlîna Rojava dijî û romana xwe ya pêşîn “Li Welatê Sînoran” di sala 2001ê de weşand. Vê romanê di eynî salê de xelata Aspekte ya edebiyatê ya ji bo romana herî baş dihête dan, stand. Sala 2002ê jî xelata Rûmetê ya “Yekemîn Romana Herî Baş ya Rexnegirên Alman” wergirt. Di romanên xwe de bi gelemperî behsa herêma ku bavê wî jê ye, yanî Başûrê Kurdistanê û Îraqê dike.

Erdnîgariya herêmê û insanên wê digel derd û kul û hêviyên wan biqasê zihniyeta welatê lê dijît baş dizane. Di romanên xwe yên almanî de van herdu çandên cuda hostayane vedibêje. Sherko Fatah di romana xwe ya yekem de ku ji aliyê rexnegiran ve pesnê wê tê kirin, çîroka kesekî ku li ser sînoran diçe û tê vedibêje. Lehengê bê nav li devera mayînkirî qaçaxçitiyê dike û peymaneke wî digel mayînan heye: hindê ku ew wan aşkare neke ew jî îxanetê li wî nakin. Lê gava kurê wî berze bûy, her tişt diguhere. Ji bo peydakirina kurê xwe yê winda mecbur dimîne ku bi ajanê muxeberatê re bikeve têkiliyê û demûdest rastê îxanetê dibe. Li gel vê peymana wî ya nepenî ya digel mayînan betal dibe. Di karê xwe yê xeternak de ev derfeta ku vê peymanê pêk diîna yek car ji destê wî diçe…
Wek karakterên romanên Sherko Fatahî welatê ku ew karakter lê digerin jî “bê nav” e. Nivîskar lehengê vê romana xwe “Qaçaxçî” li ser sînorên di navbera Îraq û Tirkiyê digerîne, yanî li wê Kurdistana welatê sînoran… Wekî qaçaxçiyê romanê, xwendevan jî rastê rastiyên sînoran dibin û nikarin ji wê dinyayê bi rehetî veqetin…

“Kitêbeke pêwîst û gerdûnî” Peter Handke
“Sherko Fatah, keşfeke rastî ye.” Televizyona Almanî NDR
“Nivîskar, xwendevanên xwe direvîne erdên mayînkirî.” Christina Zink

SHERKO FATAH (Şêrko Fetah) di sala 1964an de li Berlîna Rojhilat hatiye dinyayê. Bavê wî Kurdekî ji Kurdistana Başûr û dayîka wî Alman e. Salên zarokiya xwe yên destpêkê li Almanyaya Rojhilat (DDR) derbas kirine, lê hingê demên dirêj li Kurdistanê jî maye. Di sala 1975an de mala xwe bar kirine Viyanayê û piştre li Berlîna Rojava bi cîh bûne. Li wir Fatah, felsefe û dîroka hunerî xwendiye.

Di vê demê de jî ew gelek caran çûye Kurdistanê û Iraqê. Fatah, bi babetên derbarê tevgara Îslamî ya tundrev û teknîkên bi hêmanên realîst û fîktionên macereyan bi romana yekemîn Li Welatê Sînoran bala alema wêjeyê kişande ser xwe. Di nava ҫend salan de gelek xelatên wêjeyê yî berbiҫav wergirtin. Fatah endamê Navenda PENa Almanyayê ye û li Berlinê dijî.

Berhem: Im Grenzland (Li Welatê Sînoran, roman 2001); Donnie (Kurteҫîrok, 2002); Onkelchen (Apê Biҫûk, roman, 2004); Das dunkle Schiff (Keştiya Tarî, roman, 2008); Ein weißes Land (Welatekî Spî, roman 2011); Der letzte Ort (Cîhê Dawî, roman, 2014).

Xelat: – 2001: Xelata Aspekte ya wêjeyê bi romana Im Grenzland; 2002: Xelata şerefê ya Rexnegirên Alman; 2007: Xelata Hilde Domin ji bo wêjeya li Surgûnê; 2008: Shortlist ji bo Xelata Pirtûkan ya weşangerên Almanyayê bi romana Das dunkle Schiff; 2012: Shortlist ji bo xelata Pêşangeha Pirtukan a Leipzigê bi romana Ein weißes Land; 2015: Xelata hunerê ya mezin Berlînê; 2015: Xelata Adelbert-von-Chamisso-Preis ji taybet ji bo romana Der letzte Ort.

 

Bersivekê binivîsin