Albert Camus

Albert Camus

Xefiya gerdûna meya ya îroyîn; beyî ku xwe berdin nav kûrahiya xwesteka zindebariya mirov, sêwirandina Xwedê ye. Herweha, ji bo ku ramanek bikaribe hemû dinyayê rizgar bike, pêşî divê vê ramanê, jiyana xwediyê xwe guhêrtibe. 

Albert Camus | 1913-1960  

Têbinî: Ramanwerekî fransî ye. Di sala 1913 an de li Mondoviya Cezayîrê hatiye dinyayê. Di nav xîzaniyê de mezin bûye. Di dema perwerdehiya felsefeyê de nexweş dikeve. Rojnamegeriye kiriye. Ceribandin, roman û şanoyan nivîsandiye. Di sala 1957 an de xelata Nobelê ya Edebiyatê sitandiye. Du caran zewicî ye. Di qezeyeka trafîqê de jiyana xwe ji dest daye. Yek ji wan ramanwerên Heyînparêz e. Xwe wek fîlozofekî nabîne. 

Xwedênenas/ateîst e, lê exlaqê diparêze. Di ceribandinên wî yên felsefî de <Biyanî> ciyekî girîg digre. Li gor baweriya wî jiyan tewş e, vala ye. Mirov jî, biyaniyê vê dinyayê ye û xwelîser e. Pirsgirêka wî ya herî sereke <xwekuştin> e, lê dîsa jî divê mirov wek lehengan bijîn, serî hildin û têbikoşin. Madem ku em hene, heta dawî jî divê em hebin.   

Çavkanî: Jiyan û Felsefe – Ali Gurdilî

Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin