Derbarê Erka Hunerê de

Derbarê Erka Hunerê de

DERBARÊ ERKA HUNERÊ DE

   Tiştên ku dibin mijara gotinekê, ew tişt bi xwesteka ku bên veçirrîn dibin mijara gotinê. Çewa ku gotin amûr û pira ramanane, huner jî teyisîna jiyanê ye. Veçirrandina hunerê, raste, ne pir hêsan e. Sedema ne hêsaniya wê, di çavkaniya wê de ye. Bermayiyên hunermendên pêşîn, ji kereseyên pêzeyî wêdetir naçe. Ji ber vê jî, veçi-rrandina bîrdoziya wan, awayên jiyîna wan û hoyên hwd yên giyanî ku hunera wan geş dike û dikemilîne hîn jî ji hin vezanîn (texmîn) û rawêjan ( hîpotez) wêdetir naçe. Civaka xwezayî bi çi armancî çalakiyên hunerî pêk tîne û di kîjan çarçoveyê de hunerê ji parçeyek civaka xwe dibîne?

   Huner, bi tena serê xwe weke mijûldariyekê ango bi fikarek bedewnasî di civaka xwezayî de cih nagire, bêtir, weke parçeyek pêvajoya efsûnê tê sepandin û di nava vê pêvajoya olî-efsûnî de girêdanek di navbera berhema hunerî û civakê de çêdibe. Baweriyên totem û pêşiyan li ser bedewnasî û nêzîkatiyên civakî de bandorker in. Hêma kirina (îmajînasyon) civakî bi awayê mît an û ji ser vê jî bi awayê xwe yê rasterast derbasî çalakiyên din yên hunerî dibe. Kakila ramana mirovan, rasterast hoyên aborî nînin û di vê qonaxê de erka xwînê dertê holê, ku emê li ser nesekinin.

   Huner, çiqas bi piştevaniya hin kes û derdora wan pêş bikeve, wê ew qas jî paş bikeve. Ji ber ku çala-kiya hunerê, bi her awayî divê ji ajoyên mezaxtinê dûr bê sepandin. Huner, rasterast ji bîrdozî û hêma kirinên gelî sûd werdigre. Kaniya ku ji çavkaniya xwe qut bibe, wê ziwa bibe. Civaka xwezayî, tevlî hemû kevnepe-restiya xwe, cardin jî hêviya hunerek rasteqîn dida me. Hunerek ku bi tevahî ji baweriya gelê xwe sûd werdigre û pê re bilind dibe.

    Lê mixabin, serdema me bi tevahî ji çanda mezaxtinê re dixebite. Jean Baudrillard vala nabêje ku huner, niha bûye ku tenê ji berhemên ku derketine bazarê pêktê. Tenê ji bo mezaxtinê bûn, di warê civakî de, kuştina hunerê bi xwe ye. ji pêwendiyên baweriyê wêdetir, hevgirtina civakî ya di warê bîrdozî de jî nîşan dide. Carinan heman hêma kirin bi hezar salan naguhere – herî berbiçav hêmaya dara jiyanê ye – û dimîne, di nava salan de xurttir û xwesertir dibe. Bi rastî jî huner ji civakek ku lê xwedî derê û di nav xwe de wê bihundirîne.

   Bi sedsalan helbestkar, dengbêj, wênesaz û hwd qonax bi qonax civakan ava dikirin, vediçirrandin û wan ji nû ve diafirandin. Pirr zêdeyî xwe biçûna (erênî an jî neyînî), rastî bertekên tund yên civakê dihatin û carinan ev bertek bi mirinê encam didan.  Lê her wiha civaka destana Gilgamêş Somer in û ya Îlya û Odesa jî Yewnanên kevnare ne. Her wiha Evdalê Zeynê xweserî çanda Kurda ye û Derwêşê Evdî ji bo me deh car li Îlya û Odesa ye.

    Çewa ku şoreşa Neolîtîkê di civakên Paleolîtîkê de  şkestin çêkiribe her wiha ava kirina bajar û derketina rûzemînê ya dûgelên pêşwext jî şkestin di civaka neolîtîk de çêkiriye. Ev jî rê li ber veguherîna armanc û hêmayên hunerî vekiriye. Niha serdema ku em tê de dijîn, serdema sermiyandariyê, ji hunerê wêdetir gelaş diafirîne û dev ji hêmayên kesî berdin, di vê hunerê de kesayeta hunermend bixwe jî zor tê hilbijartin.

     Ji kesê ku tê behs kirin mebest çi ye? Kesayeta ku berhema xwe derxistiye bazarê ango bazarê kiriye berhema xwe? Divê rastiyek binxêz bikim; bê kevneşopî, huner ne gengaz e. Hin pîvan di nava demê de ango ji aliyê hin kesan ve dibe ku bê guhertin lê nabe ku mirov hunerê bê kevneşopî bisêwirîne. Kevneşopî ji hunerê re hesta berdewamî bûnê diafirîne û wê bi vê hesta demande bûnê, ber bi tekûz bûnê dibe.

    Ji hev veqetandina hunermend û kevneşopiyê, bi awayek din, bi bê huner kirina civakê û bi bê civakî kirina hunerê re tê derbirîn. Dîyalektîka huner û civakê ev e; civak wê hêmayên xwe xurttir û bilindtir bike û huner jî bi saya wan xwe bihêztir bike. Bilind bûna hunerê, bilind bûna civakê bi xwe re tîne û pêşketinek ku  bi du alî dimeşe, pêktê.

   Kevneşopî, hunerê ji gel re hêsan dike û gel bi saya hunerê hêmayên xwe ji nû ve diafirîne. Mirov, xewnên xwe bi hêmayên hunermend dineqşîne û hunermend ji xewnên her yek mirovî  hunerek nû diafirîne.

   Erka hunerê ji vir xuya dibe; hevgirtina bîrdozî û fîzîkî ya civakê û eger ku bibe afirandina hêmayek gerdûnî ye. Hunermend, bi her awayî ji civaka xwe berpirsyarin. Şaşiyên wê divê bîne zimên û rastiyê di her derê de vebêje. Bi her amûrî – peyv, newa ango boyax, her çi dibe bila bibe – divê ev berpirsyariya xwe bicih bîne.  Tekane erka hunerê civak bi xwe ye û li gor hêmayên xwe divê hunermend ev erka xwe bînin cih. Huner keleha civakê ya herî pîroz e û divê bi tu awayî hilneweşe û divê neyê hiştin ku tu hêzên qirêj destdirêjiya hunera civaka meriv bike.

Lezgîn Oncu

16.06.2016

Bersivekê binivîsin