Yann Martel

Belê, divê ku ez ji we re qala tirsê bikim. Lewre “tirs”, bi serê xwe tenê gavberê herî rasteqîn ya jiyînê ye û bi tenê tirs dikare jiyînê têk bibe. Belê, ez dizanim ku gavbereke xasûk û xwefiroş e. Haya tirsê ji edeb û toreyê tune ye, rêza tirsê ji destûr û zagonê re nîne, erê, bêrehm e bêrehm!
Lêgerîna tirsê li cihê te yê germ û nerm e û di vê pêdeçûnê de pirr jî jêhatî ye. Destpêka tirsê li ber deriyê hiş û bîra te kone xwe vegirtiye. Car caran aram, şên û bikêf î. Lebelê piştî demekî tu bi tirsê tê dorpêç kirin û nola casûsekî nediyar û şikber li laşê te destpê serweriyê dike. Şikberî xwe digihîne radeya bêbîr û baweriyê û hewldanên ya ji pêdeketina rewşa bêbîr û baweriyê serî ra dikin. Lêbelê rewşa bêbîr û baweriyê dişibe rewşa peyadarekî bi çekê herî xerab ku şikberî li wir bi hêsanî şerrê man û nemanê lêferz dike û tu hêrs dikevî.
Hişdarî, hawara te dibihîze û hûrik hûrik ber bi te ve dimeşe û tu ji rewşa ewle bûnê para xwe distînî. Hişdarî bi teknîk û çekên nûjen hatiye xemilandin lê hişdarî her çiqas tu matmayî bimînî jî li hember taktîkên aheng û serketinên ne tirotî tekrar-tekrar têk dihere. Tu bi qelsbûna xwe re rû bi rû dimînî û pêdihesî ku ne bi qasî berê bihêz î. Hêrsa te vediguhere tirsê!
Yann Martel – ji Jiyana Pi
Werger: Metîn Eser
16.06.2016
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021