Prîmat Çima Tune Dibin?

Prîmat Çima Tune Dibin?

Ji her sê cureyên prîmatan du cure gav bi gav ber bi tunebûnê ve dimeşin, xeteriya li ser prîmatan ji sala 1996an û heya vê gavê ji sedî bîst zêde bûye. Ji bo endamên ji malbata pîramatan ku di roja îroyîn de hejmara cureyên malbatê 504 e, xeteriya herî mezin û hov em, bi gotineke din mirov e. Bandora kiryarên mirov ku bi awayeke berdewamî û hovane dubarekirina kiryarên xwe pêk tîne, li ser sirûştê zêde ye. Mirov bi endustrî, çandinî, ajaldarî, qirkirina daristanan, lêgerîna li petrol û gazê, madenvanî, çêkirina bendavê û rêyên asfaltkirî û dîsa pê re bi nêçîra prîmatan, zêdebûna hejmara mirovan û germbûna cîhanê, xeteriya herî mezin e.

Xeteriya li ser şûn û deverên ku prîmat li wir dijîn, dê heya sala 2050ê zêde bibe lewre hejmara mirovên li nêz û derûdora şûn û deverên prîmat tê de dijîn 5,1 mîlyar e û heya sala 2050yê dê 7,3 mîlyar bibe. Lêkolîna dawîn diyarkir ku malbata prîmatan ji sedî şêst bi tunêbûnê re rû bi rû ye û hejmara endemanên ji her cureyê jî ji sedî heftêûpênc kêm bûye. Cureyên ajalan yên weke mirovokî û nîvmirovokî ku lorîîane (malbata tûtiyan-papaxanan) û makî (malbata lemûran) jî wê malbatê ne, weke prîmat têne qebûlkirin. Prîmat li nod welatên li Amerîkaya Başûr û Navîn, Karayîbê, Madagaskar û Asyayê dijîn.

Li Madagaskarê ji sedî heyştêûheft cureyên prîmatan di bin xeteriyê de ye, li Asyayê ji sedî heftêûsê û li Afrîkayê ji sedî sîûheft e, û li deverên tropîkal û subtropîkal ji ji sedî sîûşeş e. Ji ber pêwendî û nêzikbûna prîmatan ya bi mirovan re, prîmat weke nimûneyeke pirr baş tê qebûlkirin. Ji bo peresîn, tevger û tehdîta nexweşiyên ku dê li ser laşê mirov peyda bibe, prîmat weke nimûneya herî baş û girîng tê qebûlkirin. Ji bo têvelîtiya jiyanê (biodiversity) û ekosîstemê pêdivî bi prîmatan heye.

Metîn Eser

Çavkanî: IPS / 22.01.2017 

Bersivekê binivîsin