Bi Rêya Delîlê Ehlaqî Ravekirina Hebûna Xwedê

Bi Rêya Delîlê Ehlaqî Ravekirina Hebûna Xwedê

Bi Rêya Delîlê Ehlaqî Ravekirina Hebûna Xwedê 

‘Di navbera bextewariya şexsî û nirxên ehlaqî de, têkiliyeke xurt heye û ev yek heke wekî daxwazeke aqil were dîtin û pejirandin, wê demê ji aliyê barbirên (ozne, subject) ehlaqî ve pejirandina hebûna Xwedê, tiştekî maqûl e û aqilane ye.’

Feylesofê ku cara yekem argumenta li jor (moral argument) bikar aniye, Immanuel Kant (1724-1804) e û Kant wê delîlê (argumentê) wekî delîlekî bingehîn bikar aniye. Li gor nêrîna Kant, mirov mecbûr e ku heyîneke ehlaqdar be û nirxê ku mirovan dike hêjayî bextewariyê jî, ehlaqdarî ye. Dîsa Kant dibêje ku di cîhana aqlî de, sîstemeka ku ehlaqdarî û bextewariyê dike yek, heye û ev yek, mafê me ê herî xwezayî ye. Lêbelê ev yek, divê bi tenê di asta ramanî de nemîne, nexwe dê ehlaqdarî tu carî nikaribe xwe bigihîne bextewariyê.

Lewma jî li gor nêrîna Immanuel Kant, yekîtiya ehlaq û bextewariyê, dibe sebebê afirandina başiya (qenciya) herî raser. Ligel vê yekê, temamiya mirovan rabin werin cem hevdu jî, bi serê xwe nikarin wê başiya raser (bilind) biafirînin. Lewre ev yek, ji wan zêdetir e û heta ji pergal û sazûmana xwezayî jî zêdetir e. Wate, ne mirov ne jî sazûmana xwezayî, dikarin wê başiya raser pêk bînin. Ev yek bi tenê, encax bi rêya fikirîna Aqlê Mutleq (Xwedê) dikare pêk were, ku gerdûnê bi rêya qanûnên ehlaqî bi rê ve dibe.     

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

16.01.2017               

Bersivekê binivîsin