Pênase û Taybetmendiyên Kulturê

Pênase û Taybetmendiyên Kulturê

Pênase û Taybetmendiyên Kulturê

Dijwar e ku mirov bikaribe pênaseka (danasîneka) misoger ya çandê (kulturê) bide. Çimku bi sedan danasînên çandê hene. Encax, em ê dîsa jî hewl bidin ku bikaribin çend pênasên çandê yên derbazî bidin. ‘Yekîtîya tevlîhev ya unsûrên maddî û manewî; yên wek teknîk, navgîn, alav, exlaq, irf, adet, bawerîyan ku wekî awayê jiyana civakekî têne qerekterîzekirin.!

‘Tevahîya hînbûnîyên tevlîhev yên şexsan; wekî zanayî, huner, bawerî, exlaq, irf û adet.’

Du Texlîdên Çandê Hene

1– Çanda (Kultura) Maddî

2- Çanda (Kultura) Manewî

1- Çanda Maddî: Her cure alet û navgînên ku ji alîyê civatekî ve têne hilberandin. Bi vê yekê, civak dixwaze ku bijî û hawirdorê xwe verast bike. Ango hilberên teknolojîk, çanda maddî tînin holê.

2- Çanda Manewî: Bawerîyên ku bi jiyana hevpar ya civakekê re dertêne holê. Exlaq, dîrok, ol, felsefe, irf û adetên civakekê, çanda manewî ya wê civakê pêk tînin.

Li gor bawerîya William Fielding Ogburn: Beşa maddî ya çandê (endustrî, alavên teknîk û hwd.) li gor beşa manewî, zûtir têne guherîn. Çanda ne maddî, hebekî li paş çanda maddî dimîne û çanda maddî dişopîne. Di encama vê yekê de jî çanda manewî, hewl dide ku bikaribe wek çanda maddî tevbigere, an jî bigihêje wê.

Taybetmendiyên Çandê

1- Mirov, çandê fêr dibin.

2– Her civakek xwediyê çandekê ye. Ev çand, ji alîyê endamên civakê ve tê parvekirin û bi awayekî hevpar, tê jiyîn.

3- Çand, taybetmendiyeke bingehîn ya civaka ye û bi çanda xwe, civak ji hevdu têne veqetandin.

4- Çand, dînamîk e. Bi unsûrên nû diguhere û nû dike.

5– Çand, bi rêya mîrateya sosyal; dewrê nifşeka nû dibe.

6– Çand, razber (soyut) e û ne girgîn (somut) e. Tê hîs kirin, lê bi temamî nikare were çandêrî kirin.

7– Unsûrên çanda maddî, li gor unsûrên çanda manewî, zûtir têne guherîn.

8– Di her civakê de hêlên hevpar yên çandê dikarin werin dîtin. Lê digel vê yekê, çanda her civakekê cuda ye, cihêreng e. Ji ber vê yekê jî taybetmendiyên çandê, li gor civakan tê guherîn.

9- Çand, wezîfeya venêrana civakî pêk tîne.

10– Unsûreka (beşeka) çandê dema ku diguhere, ya din jî ji vê yekê ketumet dibe.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin