Pênase û Texlîdên Têkilîyên Civakî

Pênase û Texlîdên Têkilîyên Civakî

Pênase û Texlîdên Têkilîyên Civakî

Ji ketumetbûna di nav mirov û komên (grûp) ku ji bo pêkanîna armancekî hatine cem hevdu re, têkiliya civakî tê gotin. Ev têkilî û ketumetbûn, carinan dostane ye û carinan jî, dijminane ye. Dikare bi herdu aliyan jî pêk were. Çawanîya (nîtelîka) têkiliya civakî çawa dibe bila bibe, tu guman têde nîne ku bingeha jiyana civakî ye.

Texlîdên Têkilîyên Civakî

A) Li Gor Wesfên Aligirên Ku Dikevin Têkiliyê

1- Têkiliya Şexs-Şexs: Tekilîya şexsan ya bi şexsên din re. Têkilîya di navbera du mirovên ku bazarîyê dikin, du mirovên ku silavê li hevdu dikin, têkiliya du mirovên ku diaxivin, sohbetê dikin, minaqeşe dikin û hwd.

2- Têkilîya Şexs-Komê: Têkilîya şexsan ya bi komekê (grûbekê) re: Têkilîya şexsekî bi desteya dadgehêre. Têkilîya endamekî bi desteya rêveberîya kooperatîfekî re û hwd.

3- Têkilîya Kom-Komê: Têkilîya komeke (grûp) bi komeka din re. Têkilîya di navbera du ciranan de, têkilîya di navbera komên pismaman de, têkilîya di navbera du malbatan de, têkilîya di navbera du desteyên biyanî de û hwd.

B) Li Gor Taybetmendiyên Têkilîyan

1- Têkiliyên Demdemî: Têkiliyên ku di rabirdûyê de ne xwediyê bingehekê ne û aligir, ne li bendê ne ku wê ev têkilî bidome.

2- Têkiliyên Werçerxî: Têkiliyên di navbera aligirên ku ji bo demekî an jî dewrekî, têne cem hevdu. Têliliyên ku li dibistanê, dersxanê, kargehê, li betlaneyê û leşkerîyê têne dîtin.

3- Têkilîyên Berdewamî: Di vê texlîda têkilîyê de alîgir wiha difikirin û li bendê ne ku wê ev têkilî her dem berdewam bike. Têkilîya malbatî an jî têkilîya du hogirênn gellek nêzîk û hwd.

C) Li Gor Çawaniya Têkilîyan

1- Têkilîyên Serata (Têkiliyên Bingehîn): Ji alîyê Cooley ve hatiye nasandin. Têkilîyên rûbirû, dostane û ji dil in. Aligir, ji dil in û tu dûrayî (navber) di navbera wan de tune. Ketûmetbûna sosyal, bihêz e û normên nivîskî ne destnîşankar in.

Têkilîyên di malbatekî de, têkiliyên ciranên nêzîk û têkilîyên hevaltiyê, ev cure têkilî ne.

2- Têkilîyên Duyemînî/Talî: Li ser fermîyetê hatiye avakirin û di nav alîgiran de dûrahîyeka sosyal heye. Di têkilîyan de, berjewendî heye û normên nivîskî destnîşankar in. Mînak: Têkilîya karkir û karsazekî, têkiliya mişterîyekî bi firoşkerekî re û hwd. ev cure têkilî ne.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin