Felsefeya Hunerê

Felsefeya Hunerê

Felsefeya Hunerê

Felsefe çawa ku li heyîn, ol, exlaq, sîyaset, zanayî, zanist û hwd. vedikole û dixwaze ku bizanibe ka çavkaniya wan ji kû tên, çî ne û çawa ne, wiha jî dixwaze bizanibe ka huner çî ye, estetîk çî ye, berhema hunerî çî ye? Ji bo vê hindê jî, em di felsefeya Hunerê de rastê têgehên huner, berhema hunerî, delalî (spehîtî), têkiliya rastî û xweşî û gewreyê tên, felsefe li van têgehan vedikole, wan dide nasandin û dixwaze ku fêr bibe, ka darazên hevpar yên estetîk hene, yan na?

Helbet, beriya ku hindek guftegoy pêk werin û mirov bikaribe têbigihêje raman an encamekê, pêwist e di wê babetê de mirov xwediyê hindek zanayiyan be. Ka delal çî ye, em ê têliliya spehîtî û rastiyê çawa bi nav bikin, têkiliyên di navbera wan de têkîliyên çawa ne û hindek zanayiyên din. ngo, beriya her tiştî divê mirov xwe bigihîne hindek pênasên rast û dirust. Bi vê baweriyê, di destpêkê de min jî xwest berê her tiştî ez hindek têgehên felsefeya hunerê û estetîkê bidim nasandin û ger pêwist be pênasa wan bidim, da ku em bikaribin li ser zemîneke xebatên xwe xurt û berfireh bikin.

Mijara Estetîkê û Pênasa Wê

Estetîk, di sedsala 18 an de ji aliyê A. G. Baumgarten ve hatiye damezrandin. Peyva ‘estetîkê’ ji peyva ‘aisthesis’ a yewnanî tê û wateya wê ‘têgihîna (Bîrbîrî, îdraq) sehekî’ ye û mijarên wê jî, zanayiyên têgihîna sehekî ne. Li zanayîyên têgihîna sehekî vedikole û dixwaze ku fêhm bike, ka ew ji kû derê tên. Lê mirov dikare bibêje ku estetîk, ne li hemû zanayîyên têgihîna sehekî, lê bi tenê li zanayiya bûyera spehîtîyê (delalîyê, bedewîyê) digere. Dîsa di sedsala 18 an de İmmanuel Kant, estetîkê wek ‘zanista delkên hestyarîyê’ daye nasandin. Spehîtiya ku babeta estetîkê ye, ne tenê ew spehîtîya hunerê ye. Hemû spehîtîyên ku di xwezayê de hene mijarên estetîkê ne, ji lewma jî ji vê felsefeyê re, ‘felsefeya delaliyê’ tê gotin.

Ji Platon bigirin heta Hegel, dema ku mirov li dîroka felsefeyê mêze dike, mirov dibîne ku di bingeha nêrînên estetîkî de têgeha ‘spehî’ û ‘spehîtîyê’ heye. Ji şaxê felsefeyê ya ku li spehîyê (delaliyê) dipirse û vedikole re, ‘Estetîk’ tê gotin. Felsefeya ku li hunerê û berhema hunerî dipirse, vedikole û ji bo hunermendan pîvanên nîrxandinê tîne re jî, ‘Felsefeya Hunerê’ tê gotin. Ango, Estetîk û Felsefeya Hunerê, ne di heman wateyê de ne. Lê carinan di hindek axaftinên mirovan de, em dibînin ku di heman wateyê de têne bikar anîn. Lê ew gotin, bikaranîneke çewt e. Lewra, ne heman tişt in. Wek mînak: Spehîtiyeka di xwezayê de, em bibêjin Geliyê Elî Beg, dikare bibe mijara Estetîkê. Lê ev, helbesteka helbestkarekî û romaneka nivîskarekî, dikare bibe mijara felsefeya hunerê.

Huner  

Bi awayekî estetîkî û bi şeklên (awayên) cihêreng, îfadekirina hest, raman, pêşnûma an jî spehîtiyekê (delalî) ye. Bi awayekî cihêreng şekildan û dîmendarkirina yên spehî (delal) ye.  Mesela wêneyeke wênesazekî, helbesteke helbestvanekî, romaneka nivîskarekî bûyera hunerî ye. Em dibînin ku di jiyana rojane de huner, wek karekî pêzanîyê (hostetîyê) tê fikirîn. Di vê wateyê de huner, bi hostetî û bi marîfet, pêkanîna kar an xebatekî û bi vî awayî afirandina hilberekî ye ku bi ecibandineke tê pêşwazîkirin. Di felsefeya hunerê de pirsa: “gelo hunermend berhema xwe çawa pêk tîne? (diafirîne)” tê pirsîn û ji bo vê pirsê jî, bersivên cihêreng têne dayîn.

1- Hunera Bi Awayê Texlîdî ‘Huner Texlîd e.’

Li gor vê nêzîkayîtêdanê huner, bi texlîda hunermend tê pêk anîn. Hunermend tiştekî ku dibîne, an jî rasteqîniyeke texlîd dike. Di serdema pêşîn de Platon (Eflatûn) û Arîstoteles, ji hunerê re gotine “mîmesîs” ango, texlîd. Huner, di encama texlîdkirina hunermend de dertê holê. Li gor bîr û baweriya Platon, tiştê ku resen e (esas e, bingehîn e) îdea ne. Dinyaya ku em têde dijîn jî, dengvedan, sîh û kopîyeka (jêgirtineka) îdeaya ye. Li gor Platon hunermend divê tiştên xwiyakirî bibîne, ji wan tiştên xwiyakirî derbasê îdeayan bibe û wan texlîd bike ku îdea mînakên yekemîn ên wanekan (nesneyan) in. Li gor Arîstoteles jî, hunermend xwezayê texlîd dikin, ew texlîdker in. Hunermend dikare her dem rasterast xwezayê texlîd bike û dikare li gor awira xwe jî wê vebiguhezîne. Dîsa Arîstoteles dibêje ku li gor awayê texlîdkirina tiştan, mirov dikare hunerê bike lod.

2- Hunera bi awayê afirandinê ‘Huner afirandin e.’

Li gor vê nêzîkayîtêdanê, huner xebata lêgerîna baş, xweş û tekûzê (mukemelê) ye. Di xwiyakirina xwezayê de tekûzî tune û hunermend jî nikare bi alîkariya xwezayê ên tekûz biafirîne. Hunermend bi tenê, bi alîkariya bikaranîna hêza xwe ya xeyalî dikare ên îdeal biafirîne. Babeta hunerê, ên (ya) îdeal in. Li gor bîr û baweriya Benedetto Croce, huner afirandin e û naşibe tu xebatên mirovî. Çimku huner, çalakiyeka azad e. Ev çalakiya azad jî, tê wateya serxwebûna takekesîtîyê. (ferdîtîyê)

3- Hunera bi awayê leyîstikê ‘Huner leyîstik e’

Li gor vê nêzîkayîtêdanê huner, leyîstik e û ew gelekî dişibin hevdu. Armanca hunerê û ya leyîstikê jî, di nava xwe de ye. Herdu jî ne li pey berjewendiyeke ne. Herdu jî ya mirov ji tengasî û acizbûnên (sitresên) rojane rizgar dikin û mirov ber bi dinya azad ve dibin. Ev raman ji aliyê ramanwerê alman F. Schiller ve tê parastin. Li gor ramana Schiller; “mirov heta ku dileyîze, mirov e.” Di peyva leyîstikê de, qesda wî huner e. Lewra herdu jî ya mirovan ber bi azadiyê ve dibin.

Berhema Hunerî

Afirandina hunermend e, hunermend ji xwe (ji dil, bîr, baweriya xwe…) form û spehîtiyeke dayê, ku babeta nîrxandina estetîkî ye. Madeya hunermend ya ku di dema pêkanînê de bikar tîne, ji bo peykertraş mermer, tunc an jî cas (cils, alçî) e. Ji bo muzîkvanekî deng e, ji bo wênesazekî reng, kaxiz û pênûs in. Hunermend van madeyan bikar tîne û wateyeke dide wan, di dawîyê de dibin xwedîyê weteyeke û bi berhema hunerî tênê bi nav kirin. Bi saya afirandina hunermend; mermer dibe peykereke Musa, reng û boyax dibin wêneyek û deng jî wek besteyên Şivan Perwer dertêne pêşiya me.

Taybetmendiyên Berhema Hunerî

1- Berhema hunerî encama çalakiya (xebata) mirovî, ya bi bîr û bi armanc e.  

2- Berhema hunerî, zewqeka estetîkî û kelecanê dide mirov. Ango, em nikarin bi tu awayî li bendê bin ku di jiyana me ya rojane de berhema hunerî bi kêrî tiştekî were. Ji bilî vê yekê, berhema hunerî ji bo armancên sîyasî û exlaqî jî, nikarin werin bikar anîn.

3- Berhema hunerî kit û tekan e. Bi gotineka din, orjînal e. Wesfa wê ya herî mezin ya ku mirov bi saya wê dikare wê ji nesne/hilberên din ên mirovî veqetîne, xweseriya wê ye. Hege Ehmedê Xanî tunebûna wê Nûbihar, an jî Shakespeare tunebûna wê Macbeth jî tunebûya.

4- Her berhema hunerî, bi heyîneke ku heye re têkildar e. Heyîneke ku kifş (diyar e) e vedibêje, ji wê heyînê perçeyekê radixe holê.

5- Her berhema hunerî hilbera ked, dem û zehmetiyeke dirêj e. Ji ber vê çendê jî, ji bo ku ew bibe xwediyê wateyekê, li hember wê jî divê heyîneke ku jê hez bike an jî jê zewq bigre, hebe.

Têgehên Bingehîn Yên Estetîkê

Afirandin an jî têgihiştina berhemeke hunerî, li cem me rê li xweşîya estetîk (kêfa, heza estetîk), keyfxweşiya estetîk û li kelecana estetîk vedike. Heyîna ku ji van hest û kelecanan dibihîse, hîs dike; kirdeya (subjeya) estetîk e û jê re kirdeya estetîk tê gotin. Ji çavkaniya ku rê li xweşiya estetîk vedike, ku çavkaniya hesta ecibandinê ye jî; spehîtî an jî, spehîya (delala) estetîk tê gotin. Ji wê waneka (nesneya) ku xwediyê nîrxa delaliyêye (spehîtîyê) re, nesneya estetîk tê gotin. Ji aliyê kirdeya estetîk ve bi awayekî erênî an jî neyînî, nirxandina nesneya estetîkê (kirdeya estetîk dikare nesneya estetîk delal an jî ar “ne delal” binirxîne) jî, daraza estetîk e. Û jêre Daraza Estetîk tê gotin.

Pirsgirêkên Bingehîn Ên Estetîkê

1- Tiştên ku nesneyên spehî, spehî dikin gelo ew çî ne?

2- Pîvanên ku rê li spehîtiya nesneyan vedikin hene gelo?

3- Gelo spehîtî kirdewar (subjektîf) e? Ango ew darazeka kirdeyê ye, an na? Yan jî spehîtî, beyî kirdeyê (ê ku pê dizane, têdigihijê, fêhma wê dike) jî, bi awayekî serbixwe ji wê nesneyê der diçe?

4- Têkiliya di navbera spehî û rast, spehî û baş de çî ye?

Pirsgirêka Spehîtiyê ‘Pirsgirêka Delaliyê’

Spehî (delal), yek ji wan nîrxên estetîkî ê sereke ye. Spehî, ji hêla estetîkê ve hêja ye. Dîmenek spehî, filîmek spehî, leyîstikek spehî.  Spehîtî hem di xwezayê de û hem jî di hunerê de heye. Dema ku em dibêjin jineka spehî, dîmenek spehî û dema ku em dibêjin muzîkeke spehî û wêneyeke spehî, wateya spehîya ku em bikar tînin cihêreng e. Di ya yekemîn de delaliya (spehîtiya) rasteqîniyeka li derveyê mirov tê vegotin û di ya duyemîn de jî, delaliya (spehîtiya) ku ji layê hest, coşî û bîra hunermend ve hatiye afirandin, tê vegotin. Li gor nêrîna Platon spehîtî, îdea ye. Heyînên ku di cîhana sehekî de ne, çiqas ku ji îdeayan para xwe wergirin, hewqas spehî dibin. Arîstoteles jî têgeha spehîtîyê bi pîvanên nesnel şirove dike. Li gor Arîstoteles, tiştê ku ji hêla matematîkî ve xwedîpîvan e, rêk û pêk û hevgirtî ye, ew spehî ye. Li gor Plotinos jî spehîtî (delalî) form e. Ev form xwe berdide madeyê û yekîtîya xwe dide wê. Delal; di laş de xwiyakirina giyan, di giyanê de xwiyakirina aqil û di aqil de xwiyakirina Xwedê ye. Ango, di heyînên gerdûnî de wek şewqeke dengvedana Xwedê ye.

Mirov vê nêrîna Plotinos, li cem Hegel û Schopenhaur jî dibîne.

Li gor nêrîna Hegel; spehîtî, xwiyakirina giyana tekez (geîst- Xwedê) e û bi sehekan, tê têgihiştin. Li cem Schopentaur jî spehîtî, di heyînên gerdûnî de dengvedana îradeya mitleq e, di heyînên cîhanî de raste rast xwenîşandana îradeya mitleq e û bi awayekî eşkere, xwe dane wê ya der e. Li gor Kant jî, spehîtî ew tişt e ku bêmenfeet li xweşê mirov diçe. Tiştekî spehî li xweşê mirov diçe, lê ev xweşî ne xweşiyeka menfeetperest e. Taybetmendiyeka din jî ya spehîtîyê ew e ku ew li xweşê hemû kesî diçe, ye.

Têkiliya Spehîtî û Heqîqetê

Têgeha heqîqetê (rastî) li derveyê heqîqeta mentîqî- bûyerî, di wateya heqîqeta (rastiya) metafizîkî de ye. Rastîya bûyerî- mentîqî, rastiya pêşniyaran (onerme) tîne ziman. Rastîya (heqîqeta) metafizîkî jî, bi têgihiştina hilika (naveroka) heyînê re têkildar e. Li gor nêrîna Platon spehîtî û rastî, heman tişt in. Li gor nêrîna Plotinos û Hegel jî, spehîtî û rastî heman tişt in. Lê, Kant van herdu têgehan ji hevdu cuda dike. Li gor baweriya Kant rastî, nirxeka mentiqî- zanistî ye. Ew aîdê warê zanistî ye. Spehî jî, nîrxeka sehekî ye û aîdê warê estetîkê ye.

Têkiliya Spehîtî û Baş

Li gor Platon Spehî û baş (qenc, pak, rind, çak), heman tişt in. Spehî, baş e û baş jî spehî ye. Çavkaniya herduyan jî, îdeaya baş e, ku ew jî li gerdûna îdeaya ye. Nivîskarê Urûs Tolstoy jî, ramaneka ku dişibe vê ramanê dipejirîne û dibêje: “Hunera ku exlaqê me xurt neke û bi pêşve nebe, ew ne tu huner e.” Li gor dijberên vê ramanê jî, divê exlaq bikeve bin xizmeta hunerê û ji bo spehîtîyê, hege pêwist be divê exlaq jî were fedakirin. Kant, têgeha spehî û baş, ji hevdu cuda dike û wateyên cihêreng li wan bar dike. Delal, nîrxeka estetîk e û bi hestên me re têkildar e. Baş jî, nîrxeka exlaqî ye û bi tevgerên me re têkildar e.

Têkiliya Spehîtî û Xweş

Hinek dilêrînên hunerî, têgeha “spehî” û “xweşê”, wekhev dibînin. Ji vê nêrînê re “Hedonîzma Estetîk” tê gotin. Li gor vê dilêrînê, spehî ew tişt e ku xweş e û xweşiyê dide mirov. Lê hemû tiştên xweş, ne spehî ne. Di vê babetê de Kant, têgeha spehî û xweşê, ji hevdu cuda dike û cihêreng dibîne. Kant dibêje; “xweşdîtin (ecibandin) asta şexsî îfade dike, lê spehî ji şexsitiyê xwe rizgar dike û ber bi ecibandineka hevpar ve diqeside.”

Têkiliya Spehî û Berz

Berz (bilind) jî, wek spehîtîyê têgeheke (têgîneke) estetîk e. Arîstoteles, ên berz û spehî, ji hevdu cuda dike. Li gor baweriya Arîstoteles; çiyayên bilind, berz in û mirov nikare wan bi têgeha spehî biwesfîne. Spehîtî bi nesneyê re têkildar e û darazên bi sînor û kifş, îfade dike. Li cem ê spehî rêkûpêkî, hevgirî û aheng, heye. Bi têgeha berz (bilind) re jî, bêsînortîyeka ku ji sînoran derbas dibe û bêdawîtî, têne derbirîn. Fîlozofekî din ê ku têgeha berz û spehîyê ji hevdu cuda kiriye, dîsa ramanwer Kant e.

Hebûna Darazên Estetîk Yên Hevpar

Li gor hindek ramanweran, zewq û ecibandinên mirovî, guhêrbar e. Yên ku ji heman muzîkê hez dikin jî, dikarin hunermendên cuda hilbijêrin. Ev yek jî nîşanê me dide, ku darazên estetîk ên hevpar tune nin. Li gor hindek ramanweran jî, di babeta spehîtî an ne spehîtiya berhemeka hunerî de, hesteka hevpar ya ecibandinê dikare pêk were. Wek mînak: Mirovên ku li tabloya Leonardo Da Vinci ya “Mona Lizayê” mêze dikin, li cem wan hesteka ecibandinê peyda dibe û tabloyê diecibînin.

1- Yên Ku Hebûna Darazên Hevpar Napejirînin.

Li gor vê nêrînê, zewqa (eciban) hemû kesî cihêreng e. Çavkaniya vê zewqê jî, dinya wan ya hundirîn e. Ji ber vê çendê jî, zagoneka ku ji bo hemû mirovan bikaribe bibe pîvana ecibandinê, tune. Her eciban, li gor xwe derbazî (derbasdar e) ye. Û ji ber ku darazên estetîk subjektîf in, darazên estetîk ên hevpar jî tune nin. Ev raman ji aliyê B. Croce ve tê parastin. Li gor bîr û baweriya Croce: Hunermend berhema xwe ya hunerî bi hêza xwe ya xeyalê û di encama têgihiştin û ferasetekê de diafirîne. Huner û berhema hunerî ji ber ku hilbera bîra hunermend ya resen e û ji wê derê der diçe, ne gengaz e ku di vê xalê de darazên hevpar derkevin holê.

2- Yên Ku Hebûna Darazên Hevpar Dipejirînin

Fîlozofê sereke ê ku vê ramanê dipejirîne, Arîstoteles e. Li gor Arîstoteles spehîtî; yekîtiya aheng, hevgirî û pîvanê ye. Arîstoteles van têgînan (têgehan), wek darazên estetîk bi nav dike. Lê ramanwerê ku bi awayekî sîstematîk hebûna darazên estetîk şirove kiriye, Kant e. Dema derheqê objeyekê de were gotin ku ew spehî ye; divê ev daraz, ne ji bo min tenê, ji bo ên din jî derbasdar be. Kant wiha dibêje: “Dema ku ez li filîmekî temaşe bikim û wê spehî bibînim (biecibînim) divê mirovên din jî wê spehî bibînin. Lewra xîmê daraza estetîk, hesta ecibanê (zewqê) ye û ev hesta ecibandinê jî, ji hesta estetîk ya hevpar der diçe, ku li cem hemû mirovan heye.”

Herweha ramanwerên Platon, Plotinos, Hegel û Schopenhaur jî, ji ber ku spehîtîyê wek dengvedana heyîna kit û rasteqîn dibînin, ew jî baweriya xwe bi darazên estetîk ên hevpar tînin. Di vê babetê de ramanwer Fechner jî, di lêkolînên xwe de xwestiye ku rastiya vê yekê derxe holê û bizanibe ka darazên estetîk hevpar in yan na? Fechner, xwestiye ku di vê babetê de xwe bigihîne bingehekê. Ji bo vê yekê jî Fechner li ser şeklên herî bi zewq (xweşik) rawestiya ye û li ser vê yekê ceribandinan (deneyan) pêk anîye. Di lewnên (şeklên) cihêreng de, ji mirovan re zerfên nameyan bi rê kiriye û ji wan xwestiye ku ya herî xweşik (bi zewq) hilbijêrînin. Bersivên ku hatine dayîn jî bi awayekî îstatîstîkî nîrxandiye û xwestiye ku bi vê yekê re xwe bigihîne şeklên herî xweşik ên hevpar.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin