Anaksimandros

Anaksimandros

Made ango cosmîk/arche tiştekî bêsînor e, di gerdûnê de cîh digre û belav dibe. Ger made tiştekî bi sînor bûya, wê demê madeyên bêsînor û bêhejmar jê zêde nedibûn. Madeyên bi sînor, çaxê ku dema wan tê diqedin û xilas dibin. 

Made, tiştekî ne sehekî ye. Naxwiya û razber/abstract e. 

Heyînên/beîng ku di gerdûnê de hene, yeko yeko xwediyê rûçikên cewaz in. Heyîn: Jihevçûn, beranberî, berçewtî û ji dabeşbûna aperîonê çêdibin. 

Dinya, xwe di nava beranberiyan/dijberiyan de nîşanî me dide û berçewtên bingeh, germ û serma, ziwa û ter in. Berçewtî jî, gişk ji aperîonê çêdibin. Aperîon madeyekê jihevneçûyî ye û ji ber vê yekê, aperîon madeyeke bêgewşîn e.  

Madeyên din, yeko yeko ji berçewtiya aperîonê têne holê. 

Herwekî: Terî/şilî û serma, ser rûyê erdê ava dikin û ev jî, di navenda gerdûnê de ye. Germ û ronahî jî, hewayê tînin holê. 

Serweriya madeyên berçewt, herdem dest diguherîne. Herwekî: Madeyên germ, carinan madeyên cemidî dixin bin bandûra xwe û raserî wan dibin. Ew madeyên ku demekî di bin bandûrê de dimînin, carekê din dizivirin aperîonê. Lewra, her tişt (celeb, cor, wanek, made) xwediyê jiyanekê kurt in û çaxê ku dema wan diqede, dizivirin aperîonê.   

Anaksimandros | B.Z. 610-547 

Çavkanî: Felsefe û Jiyan | Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin