Anaksîmenes û Teoriya wî ya Hewayê

Anaksîmenes û Teoriya wî ya Hewayê| Ali Gurdilî
Anaksîmenes, şagirtê Anaksîmandros e û ew jî, ji Enedolê ye. Di felsefeya Anaksîmenes de, cosmîk (arkhe, madeya pêşîn) dîsa dibe tiştekî sehekî ku ew jî hewa ye. Ango, hewa cosmîk e. Li gor vê felsefeyê: Hewa aperîon e û bêsînor e. Ev ramana hewayê, xwiya ye ku ji hizra hêmana zîndetiyê derketi ye. Lewra hilmgirtin û bihîn, zindetiyê didin mirovî û yekîtiya laşê mirovî, bi alikariya hewayê pêk tê.
Taybetmendiyên Sereke Yên Felsefeya Anaksîmenes
1- Yekîtiya laşê mirovî bi alikariya hewayê zindî dimîne, hewa dibe giyan û xwe dormedor, li dinyayê radipêçe.
2- Hewa, hemû heyînan dixe bin bandûra xwe û dikeve nava wan.
3- Hewa, xwediyê rûçikên bigewşîn e, heta dawiyê li fezayê bela dibe û dilive.
4- Hewa xwe bi xwe ango bi serê xwe, xwediyê hêza xwe ye û ev hêz, di naveroka wê de veşarti ye. Tiştê ku cosmîkê diafirîne jî, hewa bi xwe ye.
5- Cosmîk, ji hewayê bi du şeklan diafirin…
A- Bi tîrbûnê/condensation
B- Bi firkbûnê/dilute
Hewa, herdem bi van herdu maweyan dilive; tîrbûn mîna serma û firkbûn jî, mîna germê tê hesibandin. Lewra, hewa bi serê xwe xwiya nabe. Belam, bi van herdu maweyan/pêvajoyan re dibe êgir û xwe wiha nîşanê me dide.
6- Tîrbûn, di destpêkê de dicemide û hişk dibe. Piştre, dibe av, ax, ewr û kevir. Hasilê: Li gorî vê felsefeyê, cosmîkên gerdûnî di bingeha xwe de ji bilî hewayê ne tu tişt in.
Di vê felsefeyê de, ramanekê hêja heye ku ew jî ev e: Anaksîmenes, li ser hizra çêbûna hewayê rawestiya ye û cosmîkê, bi wesfê wê, bi me daye nasandin…
Ali Gurdilî
18.04.2014
Jêder…
1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.
2- Dengê Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Dozê. Rêbendan 2006.
3- https://www.felsefevan.org/anaksimenes-cima-hewaye-wek-demadeye-dibine.html
4- https://www.felsefevan.org/anaksimenes-b-z-585-525.html
Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…
- Şikparêziya Xezalî - 30/03/2019
- Bi Rêya Delîlê Ehlaqî Ravekirina Hebûna Xwedê - 16/01/2017
- Di Serdema Navîn de Rewşa Felsefeyê - 12/01/2017