Antîsthenes û Erdem

Antîsthenes û Erdem

Tiştê girîng, erdem e û erdem jî bi zanyariyê bi dest dikeve û rewşeka wisa ye ku mirov dikare bibêje ev rewş, besî xwe ye. Mirov divê bikaribe xwe ji hemû pêdiviyan rizgar bike û bi tenê xwe bispêre xwe. Azadî ji hemû pêdiviyan û ji gurzên civakî, xwe rizgarkirin e. 

Armanca Jiyanê berxwîdarî  <endaimonia> ye û ev yek jî, encax bi erdemê pêk tê. Erdem jî, zanyarî ye. Ango, besbûna <ji xwe re ji xwe re> ya mirovan. Tendûristî, delalî, navdarî, şeref û namûs tiştên çêkirî ne û divê mirov, biguman nêzîkê wan bibe.  

Bêmilkbûn, bênavbûn, bêhewcedarî, dûrketina delkên civakî yên ehlaqî, rê li azadiya mirov vedikin. Lewra xweşî (kêf, hez) sebebê koletiya mirov e. Ji bo armanca bextewariyê, erdem bi serê xwe tenê jî, bes e û hewcedarî, bi tu tiştekî din tune. Erdem, tunebûna xweşiyê û ji xwestekan xwerizgarkirin e.  

Antîsthenes B.Z. 444-365 

Çavkanî: Felsefe û Jiyan | Ali Gurdilî  

 

Bersivekê binivîsin