Archytas

Archytas

Archytas – B.Z. 428-347 

Berî Zayînê di navbera salên 428-347 an de jiyaye, matematîkvanê Pîsagorparêz, destûrmendê dewletê û fîlozof. Di nav loda Pîsagorparêzan de cîhê xwe girtiye. Her çiqas piştî Sokrates jiya be jî, di nav loda fîlozofên beriya Sokrates de tê hesibandin. Wek tê zanîn Pîsagorparêzan gerdûnê, bi rûkûpêkiyek matematîkî şirove kirine û bi vê yekê re jî, gihêjtine ferasetparêziyê (sezgîparêzî) û mistîsîzmê. 

Berevajiya ramanên Demokrîtosî, Pîsagorparêzan gerdûnê, bi madeyê re yek hesibandine (wan wek hev dîtine) û gotine ku sehekên mirov, mirov dixapînin. Her wiha Pîsagorparêzan gotine ku, em bi destan û bi sehekên xwe ên din, nikarin nesneyên rasteqîn binasin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin