Arîsto û Rasyonalîzm (1)

Arîsto û Rasyonalîzm (1)

 Arîsto û Rasyonalîzm (1)      

  Arîstotales, berî zayînê hema hema 384’an de li Traqyayê (Thnacia) li bajarê Stageiros’ê ji dêya xwe welidiye. Di 18 saliya xwe de dibe şagirtê Platon, piştî mirina momostê wî, nêzî 7 salan di akademiyê de karê xwe berdewam dike. Paşê dest bi rêwitiyê dike. Berî zayînê 343’an de Îskenderê Mezin (Alexandros) di 13 saliya xwe de dibe şagirtê Arîsto, heta 3 salan li ber destê Arîsto fêr dibe, paşê bavê Skenderê Mezin lawê xwe ji ber destê Arîsto werdigire.

Belam, têkiliya di navbera Skenderê Mezin û Arîsto kes baş pê nizane, xunmamiyekê di xwe de vedihewîne, ji ber ku gelek rêwayet-çîrok tên gotin. Hegel di der heqê feraseta Skenderê Mezin wiha ve-dibêje: Skenderê Mezin, felsefe pratîze kiriye ango veguherandiye çalakiyê. Li gorî Arîsto Îskender ji felsefê fam dike û yekî serhişk û tral e (tembel) bûye. Piştî mirina Skenderî gelên Atîna’yê serî radikin li hember Arîsto û hevalên wî, heta Arîsto jî mîna Sokrates bêbawermend(ji hêla olê) dibînin û wî tewanbar dikin. Belam, Arîsto ne wekî Sokrates mêrxas e, ji tewanbariyê direwe. Piştî gelek salên din diçe ser dilovaniya xwe (Berî zayînê 322’an de)

Li gorî Arîsto sê cewher (töz) hene:

1- Bihîzbar (sehbar-duyulur) û ên ku belkî tune bibin

2- Bihîzbar, lê ên ku belkî wenda nabin

3- Nebihîzbar û ên ku belkî wenda nabin

Ên ewilî ajal û nebat in

Ên duyemîn bireserên li ezmana ne

Ên sêyemîn mirov û Xweda ne

Li ser Xweda çespandin (peyitandin)

 Ji bo Xweda palpiştana (peyitandina) ewilî, sedema ewlî ye. Divê livek-tevgerek-bizavek hebe. Belam, gerek ev liv jî bixwe neyê livandin ango ev livandin xwediyê despêk-abadînê be. Li gorî Arîsto Xwedayê bêliv, dibe sedema livandinê ango bêlivbûn dibe sedema livandina livê, lê her liv-ên din girêdayî livên din, ne bi serê xwe ne. Xweda, bi xwe raman e û raman livan li dar dixin û ya herî baş fikr-raman in. Arîsto jî mîna Spînoza dibêje gerek mirov ji Xweda hez bikin, lê hezkirina Xweda ya li hember mirovan ne pêkan e. Arîsto dibêje ya herî girîng teolojî ye ango mebest e. Di baweriyê de Platon û Arîsto jihev vediqetin, yek ola xwe li ser qorê dîwarê zîndewerzaniyê radiwestîne (ango feraseta Arîsto), yanê biyolojî (Dîrim Bîlîm), lê Platon ola xwe li ser qorê dîwarê matematîkê hildikişîne jor ango lê dike.

                                CUDAHIYA RUH-HIŞ

  Arîsto, di pirtûka xwe’y ‘’Li Ser Ruh’’ wiha ve-dibêje: Di navbera ruh û hiş de cudahiyeke heye. Hiş; ya ku matematîk-felsefê bi me dide fêm kirin ango perçeyekî me’y têgihiştinê ye. Ruh jî ya ku laş dilivîne, motora hestan e. Yek motora têgihiştinê ye, ya din jî motora hestan e. A ku têgihiştina bireseran bihîsbar dike dîsa ruh e. Divê tu girêdana wê’y bi vehesîna û laş tune ye. Hiş, xwedî nirxbilindiyeke û ramanbilindiyeke herî giranbûhaye ango peywireke herî giranbûha ye. Ji ber vê yekê jî dibe ku nemir be.

                                 RUH, TEŞEYEKE LAŞ E

  Arîsto mîna Platon û Xiristiyanan ji nemirtiyê bawer nake, ew tenê bi vî tiştî bawer dike û dibêje ku ‘’Tu tenê dikarî nemirtiya xwe’y Xwedayetî hevpar bike’’, yanê divê tu dikarî xwe di pêş ve bibî û xwe bigihêjîne asta Xwedayetiyê, lê tu’y nebî nemiriyek. Dilpakiya herî baş, mirov xwe bigihêjîne radeya Xwedatiyê, ev tişt jî di destê mirovî de ye ango her tişt di destê mirovî de diqede, heger mirov serkeftina herî mezin bi dest xîne jî, ew ê nebe yekî cuda ango ew ê nebe yekî-e heyînî, bi gotineke din ew ê nebe yekî-e nemir…

                    DI FELSEFEYA ARÎSTO DE PERGALA EHLAQÊ

  Li gorî Arîsto edaleta bavekî û deshilatdarekî ji edaleta welatiyekî cudatir e, ji ber ku law û kole milkeke, ji ber vê yekê jî tu kes li hember milkê xwe bêedaletî tevnegare û tiştekî wilo jî ne pêkan e. Gava ku law di rêya neçê de biçe ango di rêya nebaş-şaş tevbigere bavî dikare pê’r bixeyide, lê law nikare bi bavê xwe’r bixeyide, ji ber ku law deyndarê bav e, ev deyndarî ne hêsan e li bavî bê vegerandin ango ne pêkan e. Ev deyn hebûna zarok bi xwe ye. Ji ber vê sedemê jî wekhevî tune ye. Loma jî têkiliyên newekheviyê bi xwe’r dizeyîne. Wê çaxê law dibe hêsîrê (kole) bavî, hêsîr jî dibe ên deshilatdaran, ji ber vê sedemê divê ên di qatin nizm de, divê ji ên qatên bilind de hez bikin. Bi gotineke din ji ber di têkiliyên bavî-lawî de wekhevî pêknayê an jî lidar nakeve, loma jî wekhevî ne pêkan e, pêk nayê.

                                   MIROVÊN RUHBERZÎ                               

  Arîsto dibêje mirovê herî baş divê xwedî xurur be, ango li gorî cih divê xwediyê xururekê be. Dibêje gerek jêhatbûn-jîrbûneke mirov hebe, divê mirovî van têgihan biçûk nebîne, heke yên biçûk hebin jî divê tu wan biçûk bibînî. Bi kurtayî, heqê kê çi be divê tu radestî wan bike, ger biçûk bin divê hûn bêjin hûn biçûk in, xwe kêm nebînin. Mirovên ruhberzî, ji ruhberziyên xiristiyan cudatir e. Mirovên ruhberzî gelek tiştan heq dike, loma jî divê yên herî baş bin, ên herî baş layiqî tiştên herî baş in. Mirovên ruhberzî mirovên esil in, ne hêsan e ku mirov bibe xwediyê ruhê ruhberziyekî-ê. Ne hêsan e mirov esil bin, ji ber ku bi rûmetê-bêrûmetiyê ve girêdayî ne.

Mirovên ruhberzîn di nefret-nefrînên û hezkirinên xwe de vekirîne, ne veşartî ne. Bi hemû tiştên xwe eşkere ne. Ji ber ku di çavên ruhberziyan de tu tişt ji bo wî/ê ne mezin e, ji ber vê yekê nabin heyranên tu kesî-ê-an, ne ji pesnê, ne ji pesindariyê hez dikin, ne di der heqê kesî-ê-an diaxive-in, ne di derheqê xwe de diaxive, ango ji paşgotinê-kurtepistê hez nake-in û red dike. Ne ji forsê hez dikin, ne jî pesnê hev vedidin, gavên xwe dipîvin û hêdî hêdî diavîjin, gavên xwe hebo hebo dirêsin, bi zanistî diaxifin û bi dengê kurahiya dilê xwe guhdarî dikin. Ên ku xwe nagihêjîne ruhberziyê vikivala ne, ên ku ruhberziyan jî derbas dikin vikîvala ne. Arîsto ehleqa xwe li ser pira siyasetê diajo û divê ên ruhberzî ên rêveberin ango ên ku dewletê rêve dibe. Lê ku welatî ango kesekî ji rêzê xwe li ruhberzitiyê rakêşîne tiştekî hewante ye, ji ber ku herkes nikarin bibin mirovên ruhberzî, tenê ên rêveber dikarin bibin ruhberzî. Bi kurtasî mantiqeke deshilatdariyê-koletiyê ye, ev mantiq û nêrîna…

                                     DILPAKÎ

Di ehleqa xiristiyanan de xurur tune ye, yanê ‘’Xurura’’ ku Arîsto diparêze Xiristiyan napejirîne, Xiristiyan bêtir li ser dilnizmiyê-dilnermiyê û dilbaşiyê dirawestin. Pirtir pesnê wan her sê têgihan vedidin. Platon û Arîsto di dilpakiyê de pirtir giringiyê dide dilpakiya hişî…

                                     HEVALTÎ

Arîsto, hevaltiya heqîqî bi mirovên baş re pêkan e. Ji ber ku mirovên baş ji xwe hez dikin û esil in. Lê dibêje berî hevaltî pêk were, berê galegala hevaltiyê pêk tê, paşê jî hilbijartina hevaltiyê pêk tê. 

                                SÊ CELEBÊN ECIBANDINÊ

-Ên ku tucarî ‘’ecibandinê’’ napejirînin ango ecibandinê nebaş dibînin

-Hin ‘’ecibandin baş e’’ lê ‘’ ecibandin’’ pirtir ne baş e ango zirar e.

-‘’Ecibandin baş e,’’ lê ne a herî baş e.

Arîsto, a ewilî red dike û dibêje tiştên ku ew ê êşê di xwe de bizeyîne, ew ne baş e, yanê ji êşê bextewarî naafire û vê fikrê tewş dibîne. Divê ecibandin li gorî şert û mercan tên guherandin yanê bi derveyî mirovî girêdayî ye. Bextewarî bi derveyî mirovî girêdayî ye. Lê di hundirê ‘’ecibandinê’’ de başî-nebaşî heye. Ji bo ku em vê başî-nebaşiyê fêm bikin divê em ‘’êqil’’ bikarbînin ango em aqilê xwe bişixulîne. Dibêje ji ber ku bextewarî bi êqil ava dibe. Bi kurtasî di hemû perspektîfa Arîsto de pîvan heye, pîvana ehlaqa Arîsto bi pîvana metafizîka vî ve girêdayî ye. Têgiha ehlaqa wî de çakbîn-xweşbîn heye, lê bi pîvan e. Timî rasyonalîstgerî tevdilive.

Çorê ARDA

10.08.2016

Bersivekê binivîsin