Banga Referandûmê

Banga Referandûmê

Banga Referandûmê

Rênas Jiyan roja 03.01.2016an, di rojnameya Azadiya Welat de bi sernavê ‘Referandûma Xweseriyê’ gotarek belav kiriye û di vê gotara xwe de, dibêje heke dewlet ji xwe bawer e, bila biryara referandûmê bigre û wê demê, dê herkes rêz li encama referanbûmê bigre.

Daxwaza referandûmê, daxwazeke di cih de ye.

Lêbelê, xwezî Rênas Jiyan beriya ku şerê xendekan dest pê bike vê banga xwe bikira? Herweha, dîsa rêxistin û partiyên kurdan jî beriya şerê çekdarî, xwezî li hemû aliyên kurdan bicivîyan û li ser kirin, encam û bandûra şerê xendekan, rapirsîneke bikirana?

A niha jî ez dibêjim qey ne dereng e û bi destê saziyên sivîl, dikarin ji kurdan were pirsîn, ka ew bi rêya şerê çekdarî ‘xweseriyê’ dixwazin, yanê na? Gelek rê û rêbazên sivîl hene, ku dikarin rê li ber zilma dewleta dagirker bigrin. Gelo meriv dikare bibêje ku ew bi temamî hatine bikaranîn?

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

09.01.2016

Bersivekê binivîsin