Baruch Spînoza

Baruch Spînoza (1632-1677)
Filozekî holandî û cihû ye. Ji hêla rêbazê ve aqilperest e. Hindek gotinên wî li xweşê xaxeman (hahaman) neçûye û ji ber vê yekê jî ji sînegoga Amsterdamê ve hatiye afarozkirin. Li gor bîr û bawerîya Spînoza tekane hilik heye: Xwedê. Ev hilik, pispor e û ji bilî xwe ne hewcedarê tu tiştî ye. Ev hilik, sedemê xwe ye û sedemê rasteqîn yê hemû heyîna ye. Hemû heyîn, bi awayekî bivênevê, jê der çûne. Heta vê xalê, wek Farabî difikire. Madde û rih, wek du rûyên vê hilikê ne. Di dawîyê de dibêje ku gerdûn û xwedê, heman tişt in. Panteîszmê diparêze. Xwedê bi dor û li gor rêzekî hemû heyînan kiriye heyîn. Îradeya azad tune û divê mirov bi xwezaya xwe bizanibe û li gor xwezaya xwe tevbigere. Gelek pirsên wî yên tevlîhev hene. Mesela pirseka wî wiha ye: “Em bibêjin ku ez di kirinên xwe de serbestim. Gelo ma ez di hilbijartinên xwe de jî serbestim?”
Çî gotiye Spînoza?
1- Tiştêk çiqas zahf were têgihiştin, di aqil de jî hewqas zahf dimîne.
2- Mirovê herî bihêz û serbixwe ew mirov e ku ketiye bin serwerîya aqil.
3- Erdem ew e ku mirov li gor aqil tevbigere.
4- Gotinên Paul yên derheqê Peter de, ji bilî Peter rê li naskirina Paul jî vedike.
Berhemên Spînoza
1- Ethica
2- Lêkolîneke Kurt Derheqê Xwedê, Mirov û Bextewarîya Mirov de
3- Lêkolînên Polîtîk/Tractatus Politicus
4- Berfirehbûna Hêza Têgihiştinê
5- Ji Aliyê Benedictus Spinoza ve Bi Rêbaza Geometrîk Nasandina Beşên I. û II. Ya Hêmanên Felsefeya Descartes
6- Lêkolînên Teolojîk-Polîtîk
Ali Gurdilî
Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021