Berbiçûnên Derheqê Zanistê de

Berbiçûnên Derheqê Zanistê de

Berbiçûnên Derheqê Zanistê De

A- Zanist hilberek e. (Berbiçûna kevneşopî)

B- Zanist çalakîyek e.

A- Berbiçûna ku zanistê wek hilberekê dibîne

1- Di vê berbiçûnê de bi tenê hilberên zanistî girîng têne dîtin.

2- Li gor vê berbiçûnê, divê rêbaza zanistê, enduksîyon be.

3- Berhemên ku têne holê, ji pêşnîyaran pêk tên, ku ev pêşnîyar jî bi ziman têne derbirîn.

4- Di vê wateyê de zanist, dahûrandina pêşnîyara ye.

5- Zanist û zanyar, bi tu awayî ne di bin bandora civakê de ne û zanyar dikarin di bin bandora civakê de nemînin.

6- Wezîfeya felsefeyê divê vekolandina têgehan û vekirina rêyên fikirînê be. Ji vê berbiçûnê re, pozitivîzma mentîqparêz jî tê gotin.

7- Zanist, hêdî hêdî (gav bi gav) bi pêşve diçe.

8- Rojekî wê zanist hemû pirsgirêkan çareser bike.

9- Li ser rastandina pêşnîyaran radiwestin.

Rastandin: Karê esehîkirina (rastandina) pêşnîyaran ya bi rêya venêrînê (kontrolê) ye û bi du şeklan tê bikaranîn.

1– Rastandina rasterast-Rastandina yekser: Bi rêya çavdêrîyan pêk tê. Mînak: Dar bi pêl e, pisîk bi napuşk e û hwd.

2- Rastandina nerasterast-Rastandina neyekser: Bi rêya hevûdudankirina pêşnîyarên ku hatine rastandin, bi yên ku ne hatine rastandin re tê afirandin.

Mînak: Hesin, bi germê tê perçivîn, zêr bi germê tê perçivîn, Elemyon, bi germê te perçivîn; nexwe, hemû lajwerdek dema ku germ dibin, têne perçivîn. û hwd.

10- Hemû zanistên ku niha hene, divê di bin banê yek zanisteke de werin civandin û divê ev zanist jî, fizîka matematîkî be.

11- Nûnerên vê berbiçûnê yên sereke: H. Reichenbach, R. Carnap, K. Popper û C.G. Hempel in.

Rexneyên Ku Li Berbiçûna Kevnoşopî Hatine Kirin

1- Çewt e ku mirov bibêje wê rojekî zanist hemû pirsgirêkan çareser bike. Lewra tiştê ku em bi wan nizanin (nenasbar in), bêsînor in.

2- Çewt e ku em hemû zanistan di bin banê fizîka matematîkî de bicivînin.

3- Rêbaza herî baş ne rêbaza rastandinê ye.

4- Ne rast e ku zanist ji nêrîna zanyar ketumet nabe.

5- Ne rast e ku zanist li ser hevdu dicive û bi vî awayî bi pêşve diçe.

A- Berbiçûna Ku Zanistê Wek Çalakîyekê Dibîne

1- Li gor vê berbiçûnê, her zanistek di warê kulturekê de tê holê û çalakîyeka zanyarên ku li vê derê dijîn e.

2- Nûnerê vê berbiçûnê yê sereke T.Kuhn û S.Toulmin e.

3- Li gor bîr û baweriya wan, zanist çalakî û karekî zêhnî ye.

4- Di pêvajoya vê çalakîyê de zanist, ji jiyana zanyar û ji şert û mercên civakî ketumet dibe.

5- Xebatên zanistî, bi temamî ne nesnel in.

6- Zanist ne statîk e, ew hêmanek e û her dem bi pêşve diçe.

7- T. Kuhn zanistê, bi têgeha Paradîgmayê şirove dike.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin