Berhema İlyada

Berhema İlyada

Berhema İlyada

Sedemê derketina şerê Troyayê, hilbijartina Parîsê kurê qralê Troyayê ya di pêşbirka delaliyê de bû. Di vê pêşbirkê de  Parîs, wek Xwedawenda herî delal a yekemîn; Xwedawenda Afrodît hilbijartibû. Afrodît jî li hember vê îltîmasa Parîs; sozê Heleneya bêdew dabû wî. Helen, jina Menelausê qralê yewnanan bû. Li ser vê bûyera jinrevandinê, Menelaus artêşeka bihêz amade dike û birayê xwe Agamemnon jî dike serfermandarê vê artêşê.

Di vê artêşê de lehengê mezin, Achilles jî heye, ku ji xwe lehengê herî sereke ê pirtûkê jî, Achilles e. Artêş diçe Trovayê û şer dest pê dike. Di dema êrîşa bajarokekî Trovayê de, du keçikên gelek bêdew têne dîtin. Akhaî (yewnanî) van keçikan, wek êsîr bi xwe re dibin, ku navên wan Briseis û Chryseis in.  Van du keçikan wek diyariyeke, didin Achilles û Agamennon. Chryseis, keça Chrysesê rahîbê Xwedayê Apollo ye. Chryses diçe cem Agamemnon û jê lawelawa berdana keça xwe dike, lê Agamennon vê yekê qebûl nake. Li ser vê yekê Chryses, ji Apollo lawelawê dike; da ku Apollon keça wî ji destê Agamemnon xilas bike.

İlyada, di vê xalê de dest pê dike.  Xwedayê Apollo, şobaya nexweşiyeke dişeyne nav artêşa yewnan û moralê wan, gelekî xira dike. Calchusê pêxember ji yewnanan re dibêje ku, hege hûn keçika Chryseisê azad bikin; wê şoba nexweşiyan raweste û wê, nema belav bibe. Agamemnon her çiqas vê yekê nexwaze jî, ji bêgaviyê vê pêşniyarê dipejirîne. Lê vê carê jî ji bo ku berdana wê kekçê li zora wî diçe, diçe xwe li bin kirasê keça din jî dide û bi destekarî, pê şa dibe. (Briseis)

Achillesê ku Briseisê wek diyarî dabû ne wî, dema ku bi vê kirina Agamemnon dihise, gelekî aciz dibe û artêşa xwe ji şer vediqetîne. Achilles wê şevê ji Thetisa diya xwe ya Xwedawenda behran lawlawê dike, ku bila ew ji Xwedayê Zeus rica bike, ku yewnanî di vî şerî de winda bikin. Û Achilles wiha dixwaze ku, careka din bila hewcedariya yewnaniyan pê çêbe. Bi vê yekê jî, kêm be jî wê şerefa xwe pakij bikirana. Zeus, peşniyara Thetisê dipejirîne. Her çiqas Heraya ku ji Troyayiyan qet hez nake, vê yekê qebûl neke jî; Zeus bi Agamennon wiha dide bawer kirin ku, ew di şer de bi ser ketiye û dema vegera malê ye. 

Agamemnonê serxweşê serfiraziyê ji leşkerên xwe re eşkere dike ku, ew di şer de bi ser ketine û dema wan ya vegera malê ye. Lê lehengê Odysseus, wan radiwestîne û cardin berê wan dide hola şer. Parîsê, ku ji aliyê Hectorê şervan ve bi tirsonekiyê hatibû tawanbar kirin; qebûl dike ku, bi serê xwe tenê derkeve pêşberê mêrê Helen, Menelaus. Di demeka ku wê Parîs têk biçûna de, Afrodît tê hewara wî û nahêle ku têk biçe. Xwedawenda Athena jî, wiha dike ku Menelaus, ji aliyê şervanekî Truvayî ve tê birîndar kirin. Qada şer, gelekî tevlîhev dibe û Xweda û Xwedawend jî, êdî di şer de ne.

Ji serokên yewnanî Diomedes, bi alîkariya Xwedawenda Athenayê; yewnaniyan baş bi rê ve dibe. Aeneasê lehengê Truvayî û ya Afrodîtê, birîndar dike. Lê piştî ku Aeneas êrîşê Apollo dike û Ares birîndar dike, Xweda ji şer derdikevin. Efsaneya rengîn ku di pirtûkê de tê vegotin, gelekî balkêş e û ji bilî şerekî di navbera mirovan de, mirov dikare bibêje ku, şerekî di navbera Xweda û mirovan de ye jî.Di pirtûkê de mirov dibîne ku, carinan Xweda û Xwedawend hêza xwe didin mirovekî û an jî, laşê mirovekî êsîr digrin û nema rê didin ku ew şer bike. Di dawiyê de yewnanî, bi xêra hespekî darînî ê dêwîn; ku bi leşkeran dagirtî bûye, bajarê Truvayê vedigrin û serfiraziyê bi dest dixin. Wiha tê bawer kirin ku ev berhem, Berîya Mîladê di navbera salên 750- 675- an de hatiye nivîsandin.

Ali Gurdilî   

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin