Bi Serê Xwe Tenê

Bi Serê Xwe Tenê
Aisoposê (Ezop) yewnanî rojekê li mala xwe, bi serê xwe tenê kitêban dixwîne. Begzadeyekî wê demê, hema wisa bêdestûr û beyî ku li derî bide, xwe berdide nava mala wî. Begzade dibîne ku Aisopos wisa bi serê xwe tenê, kitêban dixwîne.
Begzade ji Aisopos re dibêje: ‘Tu çawa dikarî hevqasî bi serê xwe tenê rûnî, ma qet tu xwe bi tenê hîs nakî?’
Dema ku Aisopos bi van gotinên begzade dihise, serê xwe ji kitêbê radike û wiha dibêje: ‘Ez ne bi tenê bûm. Lê piştî te, ez têgihiştime tenêtiya xwe.’
Werger: Ali Gurdilî
Ger çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.
Latest posts by Felsefevan (see all)
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021