‘Bira bira bûya, jina bira mar nedikir.’

‘Bira bira bûya, jina bira mar nedikir.’

‘Bira bira bûya, jina bira mar nedikir.’

    Ez ne dijminê miletê tirk im û ne jî dibêjim ‘bijî biratiya gelan!’ Lêbelê, ez aligirê dostaniya hemû gel û mileta me û dixwazim ku bila her milet bi nirx û rengên xwe bi dostanî bijîn. Rêya vê yekê jî, cirantiyeke baş û dostane ye. Em ne mecbûr in ku ji miletên ciran nefretê bikin yan wan wekî dijmin bibînin û em ne mecbûr in ku bibin birayên hevdu jî, lê em dikarin li hemberî hevdu bi rêz û rêzdarî tevbigerin. Ji xwe ev meseleya biratiyê jî, wuha dike ku gelek tişt têne niximandin.

Dê were bîra we, ku pêşiyên me li ser meseleya biratiyê gotine ku ‘bira bira bûya, jinbira xwe mar nediklir’

Axirê baweriya min ew e ku milet bi serê xwe nabin dijmin, ya ku vê dijminatiyê gur dike, dewletên dagirker û faşîst bi xwe ne. Çawa ku di nav kurdan de noker û xwefiroşên durû hene, di nav miletê tirk de jî nîjadperetên tundrew û dijminê kurdan hene. Lê temamiya tirkan ne dijminê kurda ne. Ez baş dizanim ku di nav wan de mirovên ku mafê dewleta kurdan diparêzin jî ne kêm in. Ya baş ew e ku di vê mijarê de em jidil û dilsoz bin, wê demê çareserkirina meseleyan dê hêsantir be.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

17.12.2015

Bersivekê binivîsin