Çar Peywendiyên Bingehîn

Çar Peywendiyên Bingehîn

Çar Peywendîyên Bingehîn

Çar peywendîyên bingehîn u esasî yên mirov hene; peywendîya mirov bi xwe re, peywendîya mirov bi Xwedê re, peywendîya mirov bi xwezayê re u peywendîya mirov bi mirovan re. Hemû raman, felsefe, ol, baverî, îdeolojî u cîhanbîniyên cûrecûr ên ku ji destpêka dirokê de hetanî iro derketine holê, bi ev peywendîyên hane re mûjil bûne u hewl dane daku wan hûr u kûr bidin ber lêkolîn, lêpirsîn u fêm kirinê.

Ev peywendî her tim bi mirov re hene; însan çi bixwaze çi newxaze, dakeve bin erdê an bankeve ser erdê, here kudere bila here, dîsa jî nikane xwe bi tevahî ji wan peywendîyan derxe derve. Ma mirov kane têkilîya xwe bi hewayê re qutke u hêdî hewayê nekşîne u bernede! Hewa mexlûqê Xwedê ye u beşekî esasî yê tebîetê ye. Heke peywendî u têkilîya mirov bi mexlûq re ev qas tenga teng u şidandî ye, peywendîya wî bi Xaliq re jê kûrtir u şidandîtir e. Lewra yê herî nêzikî mirov, yê ku ji mirov jî nêziktirê mirove, Xwedayê gewre ye. Eve, rastîyek e ku kes nasneke an qebûl neke jî, ji rastîya xwe dernakeve.

Rastî, hatibin naskirin an nehatibin naskirin, hatibin pejirandin an nehatibin pejirandin, dîsa jî rastî ne. Meselen mirin rastîyek e; heger were jibirkirin an înkar kirin ma rastîya wê diguhêre?  Lewma helwesta herî durust u kêrhatî li hember rastîyan eve ku rastî her wekî hene bêne dîtin u pejirandin. Dîtina rastîyan her wekî ku hene, destpêka zanahî u ferzanî ye. Lewra Qasidê Xwedê di hedîsekî de wisa dia dike: “Rabbî erinî’l-eşyae kema hî”(Perverdigarê min! Her tiştî her wekî ku heye şanî min bide).

Di hinek hedisên din de tê tewsîye kirin ku însanê bawermend ji heq u rastîyan her çend tehl u çetin bin jî, jê nereve. Ji ber ku revîna ji rastîyan ne tenê barê mirov sivik dike belkî giratir dike u pirsgirêk çareser nabe belkî hîn kûrtir dibe. Pêviste ku mirov bêtirs li rastîyan bipirse, bi wêrekî rûbirûyê rastîyan ve here u bi rastîyan re bimine her çi qas tehl bin jî. Mayîna bi rastîyan re di rihê mirov de guherînekî gewherîn (cewherîn, bingehîn) diafirine, rihê meyê xav dixe pêvajoyê kemilînê u rê li ber tealî u berz bûna mirov vedike.

Heke mirov peywendîya xwe bi xwe re çê bike; berya her tiştî li hemberî xwe, rûrast u heqîqî be, xwe nexapine u xwe bi kurahî nas bike dê kanibe peywendîya xwe bi Xwedayê xwe re çê bike u Wî nas bike. Heya însan xwe nasneke, odeya canê xwe ronî neke u bi xwe re peywendîyekî rast u durust danenîbe ne pêkane ku tiştekî din nas bike an peywendîya xwe bi Xwedê re, bi xelqê re u bi xwezayê re serrast bike. Sêride dibe mirov odeya mijîyê xwe ji mij u dumanê, zihnê xwe ji zulmetê u dilê xwe ji delaleta tarîyê rizgar bike daku bi zihnekî zelal u bi dilekî rewşen mijar u meseleyan ronî bike.

Gava odeya canê mirov ronî bû di saya wê de cîhan jî ronî dibe u mirov pê re hişmendî u besîretekî berfereh peyda dike. Ku zihn zelal u dil jî dilovan u ronî bû, bandura xwe li ser hemû tevger u çalekîyên mirov diyar dibe. Çalekî u xebatên mirov rihê xwe peyda dikin, ji rewşa statîk xelas dibin u dikevine rewşekî dînamîk u hêdî hêza xwe ne ji adetên kor belkî ji hişmendî u besîreta mirov distinin. Lewma zehf dagirtîne, tijîne, her tim nû u tezene u xwedîyê xwe kamiltir dikin.

Her wekî ku Îmam Alî dibeje: “Ya Kumeyl! Ma mîn hareketîn îlla we ente fîha muhtacun île’l-me’rife” Yanê ey Kumeyl! Tu çalakîyekî ku tu têde muhtacî merîfetê nebî tineye ango hemî çalakîyên te muhtacê merîfetê u zanebûnê ne. Ne ji merîfet u xwenasînê be, çalekî kor e u li cihî ku mirov nezikî armancê bike, ji armancê dûrdixe u li şuna ku mirov bikemiline an kamil bike, mirov li ciyê xwe dicemidine. Bi gotinekî din, çakîya çalekîyê ne ji ber xwe ye belkî ji ber merîfet u xwenasînê ye. Jêderka hemû nirxên mirovahîyê u çevkanîya fazîletên îlahî, merîfet u xwenasîn e.

Li cîhanê bê hejmar tişt hene ku werin naskirin. Ku mirov li vê cîhanê çi nasneke dê tûşî ziyana herî mezin were? Heke mirov xwe nasneke, her tişt naskiribe jî wê dîsa ziyanekî mezin bibîne lê heger xwe nasbike u tu tiştekî din nasnekiribe tûşî ziyanekî ew qas mezin nayê. Çiwa ku cenabê Mevlana gotîye:

Qîmetê her kaleî mî danî çîst / qîmetê xod ra nedanî zi ehmeqîst

To hemî danî yecûz û layecûz / xod nedanî yecûzî ya ‘ecûz

Yanê:

Qîmeta her memûlekî dizanî çi ye / ku tu qîmeta xwe nizabî ehmeqî ye

Çi caîz e çi ne caîz e tu dizanî / lê bi xwe caîzî an cazû tu nizanî

Nexwe, bi hukmê hikmet u zerûretê pêviste mirov ligor mentiqê ewlevîyetê tevbigere; di nava pirsên xwe de ligorî ehem u muhîmbûnê, ewlevîyet-bendîyekî ango dabeşînekî çê bike u seretahîyê bide ew pirsa ku herî bingehîn u herî stratejîk e u hemû hêza xwe bona peyda kirina bersiva wê pirsê bixebitine.

Însan bona ku kanibe bi xwe re, bi Xwedê re, bi xelqê re u bi xwezayê re di peywendîyekî baş u sehîh de bijî neçare ku ewil peywendîya xwe bi xwe re durust u serrast bike. Sewa vî karî, pêvistîya wî bi xwenasînê heye; çimkî serrast kirina peywendîya bi xwe re, tê wateya guherîna rewşa mirov u heya tiştek neyê naskirin guherîne wî ne pêkane. Guherîn her tim piştî nasînê re çê dibe. Ku mirov xwe naskir u peywendîya xwe bi xwe re serrast kir, rê jê re vedibe daku Xwedayê xwe nasbike u têkilîya xwe bi Wî re çê bike. Dema peywendîya mirov bi xwe re u bi Xwedayê xwe re çê bû, wê demê peywendîya wî bi xelqê re u bi xwezayê re jî çê dibe.

Wekî me li jorê pê îşare kir, Xwedayê Zana ji şahdemarê jî nizîktirê mirov e; peywendîya Wî bi me re tu caran qutnabe u bi rehmet u mihebbeta xwe em dorpêç kirine. Çiwa ku em bêgerew afirandin u ji tinebûnê anî hebûnê, her wisa bêgerew u bêbedel hebûna me didomîne. Çi dema ku em tên xuliqandin an afirandin çi jî dema em habûna xwe didomînin bi tevahî em muhtacê Wî ne u pê ve girêdayî ne. Derîyê Wî her tim ji me re vekirî ye u têkilîya Wî bi me re bê qusûr u bê kêmasî li dar e. Yê ku ji vê yekê ne haydar e, ji nimetên bêgerew u bêbedelên Xwedê bê xeber e, derî li ser xwe digre u di peywendîya xwe de bi qusûr e, mirovê xedar e.

Bê goman însan azad hatiye afirandin u ji kirdarên xwe berpirsyar e. Mebesta hikmeta Xwedê ev e ku mirov heya xwe nasnekiribe Wî nasneke, heya gavek neavêtibe, deh gav ji re neyên avêtin, heya ku ji hundur ve derî li ser xwe veneke, derî li girtî bimêne u heta ku hereket neke bereket jê re tinebe. Bi kurtasî, derîyê Xwedayê Dilovan her tim vekirî ye u kerama Wî bê dawî ye, lê vekirî bûn an girtî bûna derîyê mirov giridayî mirov e; kilîda vî derî di destê mirovde ye u mirov di hundurê heyîna xwe de ye; heya mirov bi destê xwe derî li xwe veneke tu kes nikane ji derve de derî veke. Wateya vê yekê ku însan azad hatîye xuliqandin jî, eve ye.

Ferzan Yezdanî

22.01.2015

Bersivekê binivîsin