Çima Kovara Felsefevan?

Çima Kovara Felsefevan?

Çima Kovara Felsefevan? 

Kovara Felsefevan kovareke felsefî, zanistî û serbixwe ye û di demeke nêzîk de dikeve weşanê. Kovar wê di sê (3) mehan de carekî derkeve, ango wê salê çar (4) hejmar werin weşandin. Niha ji bo çapkirina hejmara yekemîn, em dixebitin û li ser naveroka hejmara yekemîn radiwestin. 

Bi rastî, ev çend sal in ku em li ser xebateke wiha difikiriyan, lê rewşa me ya aborî rê nedida xebateke bi vî rengî. Belam, piştî ku me malpera www.felsefevan.org ê vekir û ew kete weşanê, daxwazên derxistina kovareke bi vî rengî zêdetir bûn. 

Navenda kovarê, wê li bajarê Îzmîrê be û em ê ji navendeke xebatên xwe bidomînin. Bêguman, ji bo ku ev kovar bikaribe bi berdewamî weşana bidomîne, beriya her tiştî pêdivî bi piştgiriya xwendevan û dem û dezgeyên Kurdan heye. Em pê bawer in ku wê xwendevanên kurdî û kurdîhez, piştgiriya vê projeya me bikin û em ê xebatên xwe yên bivî rengî, berfirehtir jî bikin. 

Berpirsiyarê Giştî ê Kovarê, Ali Gurdilî ye.  

Bi hêviya ku sûdewer be û bibe sedemeke berfirehbûna zimanê kurdî… 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Bersivekê binivîsin