Çîroka Adem û Hewayê

Çîroka Adem û Hewayê

Zanyarên (alim) pirtûka Încîlê, Marjo Korpel û Johannes de Moor ji tabletên kîlê (kêvelbar) yê li Sûriyeyê hatine dîtin, gihîştin wê encamê ku çîroka Adem û Hewayê 800 sal beriya çîroka Adem û Hewayê ku di Încîlê de qalkirin, hebûye.

Ji lêkolîna Marjo Korpel û Johannes de Moor ku lêkolîna xwe “Adem, Hewa û Ehremên” binav kirin e, tê fahm kirin ku her du tabletên kîlê ji serdema 13an e û bi hev re çîrokekî pêk tînin û çîroka tê de rasterast dişibe çîroka ku Încîlê de hatiye nivîsandin.

Tabletên kîlê di sala 1929an de li bajarê Ûgarîtê ya li Sûriyeya niha hatibûn vedîtin û di salên 1970ê de jî hatibûn deşîfre kirin. Korpel wiha dibêje: “Heger di teoriya me de nakokî tune be û em ji teoriya xwe piştrast bin, pêşdîroka (prehistory) ku em ji pirtûka Încîlê ya pêşin dizanin, li ser çîrokeke pirr kevn yê derî Încîlê ava bûye.”

Zanyarê dînê Cihûyan Mladen Popovic ku li zanîngeha Groningenê (Hollanda) professor e, wiha dibêje: “Belê, di her du tabletên kîlê yên vedîtî de behsa baxçe, dar û marê tê kirin lêbelê me berê jî çîrokên bi vî rengî bidest xistibû û bi ya min çîroka ku li ser tabletên kîlê hatiye nivîsandin, qet naşibe çîroka ku di Încîlê de hatiye nivîsandin.”

Metîn Eser 

Çavkanî: De Morgen

Bersivekê binivîsin