Di Mîtolojiyê de Çîroka Arakneya Pîrhevok

Di Mîtolojiyê de Çîroka Arakneya Pîrhevok

Çîroka Arakneya Pîrhevok

Di mîtolojîya yewnan de Athena wek xwedawenda parastkara kar û barên hûnerî û hemû nexşên ku ji layê jinan ve dihatin çêkirin, hatiye hesibandin. Li gor vê mîtolojîyê heta bûkanîya xwedawenda Herayê jî, Athenayê bi destê xwe çêkiriye. Jinên Atînayê her dem digotin ku em li Athenayê temaşe dikin û bi vî awayî em hemû hunerên xwe, jê fêr dibin û bi vê yekê xwe dipesinandin. Di mîtolojîya yewnan de herçiqas Athena wek xwedawendeka dilovan hatibe dîtin jî, carinan li mirovan hatiye xezebê, dilê wan hiştiye an jî, ji wan tola xwe (heyfa xwe) hilanî ye.

Li gor mîtolojîya yewnan Arakneya (Arachne) delal, hewqas delal li ser tarikê (gergefê) nexş çêdikir û bi nîk û mekûkê çînan (oya) çêdikir ku carinan Nymphayên daristanan jî ji ser kanî û avan xwe berdidan xwarê û dihatin temaşa wê. Rojekî Nymphayî jê dipirsin û dibêjin ‘Gelo tu ji kê wiha baş fêrî çêkirina wan nexşan bûyî? Vêga ne xwedawenda Zêhnê te fêrî çêkirina van nexşên spehî  kiribe?’ Arakneya Lydîayî, wiha bersiva wan daye û gotiye: “Xwedawenda Zêhnê nikare bi min re qayîşê bikişîne, ne ez ji Athenayê jî çêtir nexşan çêdikim.” Û gotinên bi vî rengî…

Athena bi van gotinan hesîyaye û xwe xistiye şiklê pîrikekê û hatiye cem Arakneya Lydîayî. Xwedawenda Athena ji Arakneyê re wiha dibêje: “Keça min. Pîrejinî, ne tenê xemgînî û azar e, dinyadîtinê jî digihîne mirovan. Şîretên min, nede pişt gûhên xwe. Erê, tu di hûnera xwe de gelekî biserketîyî, lê ne qasê xwedawendekê. Lewra hûner û hêza xwedawendekê, raserî hemû kesa ye. Xwe hewqas jî mezin nebîne.” Arakneya spehî, wiha bersiva Athenayê dide: “Ez pozbilindiyê nakim, ez rastiyê dibêjim. Ez dikarim bi Athenayê re jî bikevim pêşbirkê, hizkî bila were xwe biceribîne.”

Athena hema wê demê ji kirasê pîrejinê dertê û xwe eşkere dike. Athena dibêje: “Ne va ez li vir im, de were ez û tu bikevin pêşbirkê, ka wê kê bi ser bikeve?” Û dest bi çêkirina nexşan dikin. Athena dest bi çêkirina nexşên çiyayê Olîmposê û lehengîtîya xwedayên Olîmposê dike. Lê Arakne, di nexşên xwe de xwedawend û xwedayên Olîmposê, bi awayekî tazî nexş dike. Atheneya ku di mîtolojîya yewnan de wek tîmsala namûsê hatiye dîtin û tu carê ne zewicî ye, bi nexşên Arakneyê yên tazî aciz dibe, wan ji destê wê digire û perçe perçe dike. Li ser vê yekê Arakne, dixwaze ku xwe bikûje.

Lê Athena rê nade vê yekê û wiha bang lê dike: “Min nizanibû ku tu hevqas meraqdarê pozbilindiyêyî û madem ku tu bi xwe nizanî, wê tuyê imrê xwe yê mayî de li ser tevnikê tevnê bihonî.” Û wê vediguherîne pîrhevokê. Li gor mîtolojîya yewnan, ji wê rojê ve pîrhevok xwe di quncikan de vedişêrin û wiha bi dizî tevnên xwe dihonin. 

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin