Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Herakles û Erkên wî

Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Herakles û Erkên wî

Çîroka Herakles û Erkên wî

Di mîtolojiya yewnan de Herakles (Ηρακλής) di mîtolojiya Romayê de bi navê Herkul tê nasîn û kurê Zeus û Alkmeneya keça qralê Miken e. Zeusê ku dil dikeve Alkmeneyê, di şeklê mêrê wê de nêzîkê wê dibe. Dema ku Hera fêhm dike ku Herakles kurê Zeus e, her dem dijwariyan derdixe pêşiya wî û dibe sedemê mirina wî. Herakles, ji zayîna xwe ve xwediyê hêzeka xwedayî ye. Dema ku du marên mezin ên ku Hera bi ser ve dişeyne dikuje, wê demê zarokekî berhembêz ê du salî ye. Herakles, baş tê perwerdekirin. Tîran baş diavêje, baş ereba diajo û baş gulaşê dike. Di 18 salîya xwe de li daristana Kitharionê, cinawirekî dikuje. Megaraya keça qralê Thebaîyê, wek xelat didine wî. Ji vê jinê, sê kurên wî têne dinyayê. Hera, bi fêilbaziya xwe wî dîn dike û di dawiyê de Herakles, jin û sê zarokên xwe dikuje. Ji bo ku were efûkirin, ketiye bin xizmeta qralê Mîkenê û hemû daxwazên wî anîye cîh. 12 karên ku qral jê xwestiye, di mîtolojiyê de wek 12 erkên (vatinî, wezîfe) Herakles, hatine bi nav kirin.

12 Erkên Herakles

1- Kuştina Şêrê Nemeanê û gurandina çemrê wî.

2- Di gola Lernayê de kuştina Hydrayê.

3- Girtina Gakoviya Kyreneiayê, ku yek ji heywanên pîroz ê Artemîs e.

4- Li çiyayê Erymanthianê, bi torê girtina berazê kovî ê mezin.

5– Di rojekî de pakijkirina pangên Auginas (Di dema bicîanîna vê erkê de Herakles, berê du çeman guherandiye û ava wan ji pangeyên Auginas derbas kiriye.)

6- Bi alîkariya Athenayê, li Stymphalosê qewirandina çivîkan, ku van çivîkan xelkê vê herêmê aciz dikirin.

7– Ji Girîtê anîna Gayê Girîtê ê har, ku Poseîdon vî gayî wek diyarî dabû Mînos.

8- Kuştina mehînên Diomedesê qralê Troyayê, ku goştê mirovan dixwarin. Ji bo ku bikaribe vê erka xwe bîne cîh, di destpêkê de ya Diomedes kuştiye.

9– Anîna kembera Hippolytaya şahbanûya (qralîçeya) amazonan. Di destpêkê de ji bo sitandina kemberê bi şahbanûyê re lihev hatiye, lê piştra bi kişkişkirina Herayê, amazoniyan êrîşê Herakles kirine û wî jî, ji bêgaviyê şahbanûya amazonîyan kuştiye.

10- Dizîna dewarên Geryoneusê dêwê sêserî, ku li giraveka Okeanosê dijîya.

11– Anîna sêvên zêrîn ên Hesperîdes. Ji bo pêkanîna vê erkê jî, di destpêkê de diva bû ji parastkarên dara sêva zêrîn ên keç û ji ejderhayê har derbas bibûya.

12- Ji welatê miriyan, derxistina ser rûyê erdê ya Cerberusê seyê Hades. Herakles, piştî ku Cerberus derdixe ser rûyê erdê, piştî demekî, wî cardin dibe welatê miriyan.

Piştî Bicîhanîna 12 Erkan

Lê serpêhatiyên Herakles li vir naqedin. Herakles piştî ku 12 erkên xwe tîne cîh, gelek bûyer têne serê wî. Di bin emrê Omphaleya şahbanûya Lydia de salekî karê qerwaşîyê dike û hirî dihêre. Ya Prometheus rizgar dike. Troyayê hildiweşîne. Beşdarê sefera Argonatan dibe. Bi Deianeira re dizewice. Dema ku Kentavros Nassos, xwe nêzîkê jina wî dike, Herakles bi tîrên xwe wî birîndar dike. Îşlekê wî ê ku bi xwîna Kentavrosê mirovhesp şil dibe, di carekî de dişewite û êşeke mezin dide Herakles. Ji bo dawîlêanîna vê êşê, Herakles xwe diavêje nav agirekî mezin û dawî li jiyana xwe tîne. Hemû Xwedayên Olîmposî, bi mirina wî gelekî xemgîn bûne, cendekê wî birine çiyayê Olîmposê û zindabariyê (bêmirinê) dane wî û wî bi Xwedawenda Hebe re zewicandine. Di mîtolojiya yewnan de Herakles, hem wek Xwedayekî û hem jî wek lehengekî (qehremanekî) hatiye dîtin, bawerî pê anîne û rêz lê hatiye girtin. Di mîtolojiya romayê de wek Herkul hatiye binavkirin.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin