Çîroka Zilamekî Serxweş û Alimekî Dîndar

Çîroka Zilamekî Serxweş û Alimekî Dîndar
Hemû olên (dînên) ku hene, ji gumanê (şik) heznakin, lewre zanayiyên olî (dînî) dogmatîk in û nabe ku meriv ji wan bikeve şikê.
Li ser (gumanê) şikê, di nav gel de çîrokek tê gotin.
Dibêjin alimek hebûye, 40 salan di şifektekî de jiyaye û pirraniya imrê xwe, bi îbadetê derbas kiriye. Inca rojekê jê pirseke wiha kirine: ‘Gelo, Xwedê çawa dikare hemû alemê di derziyekê de derbas bike?’
Alimê me, li ser vê pirsê kûr kûr fikiriye û dudil maye, ketiye şikê û gotiye ku nizanim. Heman pirsê ji serxweşekî pirsînê û wî jî wiha bersiva wan daye: ‘Ma hûn dîn in gidî? Hemû alem ji bo Xwedê mîna tayîkekê ye. Dê bi serê tayikê (ta) bigre û dê ji derziyê derbas bike.’
Li gor çîrokê dibêjin alimê me çûye cehnemê û serxweş jî, çûye cenetê!!
Ali Gurdilî
10.07.2016
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021