Cureyên Gumanparêzîyê

Cureyên Gumanparêzîyê

Cureyên Gumanparêzîyê

Di dîroka felsefeyê de çend cureyên gumanparêzîyê hatiye dîtin. Hinekan, gumanê wek armancekî û hinekan jî wek alav, rêbaz û helwestekî bikar anîne û wiha jî pejirandine.

1- Şikparêzên (Gumanparêzên) Pirole

Çavkanîya vê şikparêzîyê (gumanparêzîyê), sedemên exlaqî ne. Fîlozofên di vê lodê de, li rêya aramîya giyanê û bextewarîya wê digerîyan. Bi taybetî jî Pyrrhon û şagirdê wî Tîmon, di lêgerînek wiha de bûn. Piştra di aqademîya Platon de Arkesilaos û di dewra Romayê de Ainesidemos gumanparêzên sereke têne hesibandin.

Mirov dikare pêşnîyarên fîlozofên gumanparêz yên pirole wiha rêz bike:

1- ji ber ku xwezaya her mirovekî ji hevdu cuda ye, dîtinên me yên derheqê tiştan de jî; wê cihêreng bin. Mesela mirovekî ku zerekî dibe, hemû tiştî zer dibîne.

2- Dîsa ji ber ku xwezaya mirovan ji hevdu cuda ye, têgihiştinên me jî cihêreng in. Ji ber vê çendê jî, em ne xwediyê raman, hest û çavdêrîyên (intîbayên) me jî ne hevpar in.

3- Derheqê wanekan (nesneyan) de, hestên me ne wek hev in. Mesela dibe ku hinekên me telefonên mobîlan estetîk bibînin û hinekên me jî, dikarin wan ne estetîk bibînin.

4- Ji ber rewşa (şert û mercên) mirovên ku têdigihêjê (çav lê digerîne), wanek dikarin cihêreng werin têgihiştin. Mesela dema mirov di xew de ye, wanek ji mirovan re cihêreng xwiya dikin.

5- Rewşa nesneyan, nêzîkatî û dûrbûna wan û şert û mercên cîhê ku ew lê ne, dikarin çavdêrîyên me biguherînin. Mesela dema ku em bi roj ampûla odeya xwe vedikin, ji me re wiha tê ku ew tu şewqê nade odeya me. Dîsa dema ku mirov li bilindahîyekî mirovan mêze dike, ji mirov re wiha têk u mirov biçûcik in. Dîsa carinan dema ku em di behrê de keştîyeka bi rêya xwe ve diçe dibînin, em dibêjin qey ew rawestîye ye û hwd.

6- Nesafîya (nearîtîya) sehekên me. Mesela di odeyeka germ de gelekî bêhn ji biharetê tê. Lê di odeyeka sar de, biharet hewqas bêhn nade.

7- Guhêrbarîya wesfan, ku carinan girêdayê çendanîyê (nîcelîkê) diguherin. Mesela bi serê xwe tenê jehr, dikare mirovan bikûje. Lê bi hinek teamên din re, jehr dibe derman.

8- Nezanîya mirovan ya derheqê nesneyan de, ku her dem em wan bi gurza têkîlîyekê dinirxînin û bi vê yekê; em ji naskirina wan ya bi serê xwe, dûr dikevin.

9- Berhêlîkirina têgîhanên me, ku sedemê vê yekê jî, jiyana me ya civakî ye. Em hemû di bin bandora irf, adet, perwerde û ola civaka xwe de ne û ji ber vê çendê jî, em dibin xwediyê gelek hînbûnîyan.

Ji ber ku em Rojê (Tavê) her dem dibînin, em bala xwe nadinê. Lê dema ku em dûvstêrkekê dibînin, di cîh de bala me dikşîne. Em gelekî qîymetê didin ên ku kêm in. Lê ji ber ku pir in, em carinan qîymetê nadin yên xwe.

2- Rolativîzm (Dîmanatî-îzafîtî)

Rolativîzm şeklekî gumanparêzîyê (şikparêzîyê) ye û mirov dikare bibêje ku xwe di bin kirasekî din de nîşanê me dide. Di dîrokê de yekemîn car ji alîyê Sofîstan ve hatiye derbirîn, ku Protagoras serpereştiya wan dikir. Li gor bîr û bawerîya Protagoras; cîhana nesneyan, her dem diguhere û di nav guherînekê de ye. Ji ber vê yekê zanayîyên ku bi rêya sehekan têne bidestxistin, ne zanayîyên resen in, zanayîyên demî (demborî, muweqet) ne û sehekên me nikarin yên sereqet (domdar) û mayende, nîşanê me bidin.

Nexwe, ancax tiştekî ku ne ji sehekên me (pêhesîyên me) were dikare rast be. Di vê xalê de aqil, ji sehekan rasertir e. Lê aqil jî, berdewama sehekên me ye. Lewra dema sehek têne guherîn, aqil jî zanayîyên ku her dem têne guherîn derdixe holê. Ji ber vê çendê jî zanayî, bi guman e. Protagoras, ji vê xalê dest pê kiriye û gotiye ku “Pîvana hemû tiştî, mirov e.” Di vê pêşnîyarê de mirov ne wekî qategorîyeke, lê yeko yeko wek mirov têne hesibandin. Lewra hemû kes, ancax dikare bi pêhesîyên (sehek) xwe bizanibe. Tiştê ku tê hîskirin, ji bo yê ku hîs dike heye. Hege di sehekên wî de tune be, ew tişt tune.

Hege wiha be, wê demê çend xalên girîng der diçin:

1- Rast, tiştê ku mirov dibîne, dihise û hîs dike, ye.

2- Çiqasê mirov hebin, hewqas heqîqet hene.

3- Prensîbên gerdûnî ên ku ji alîyê hemû mirovan ve têne pejirandin, tune ne.

4- Di warê zanayî, exlaq û hwd. de rastiyeka misoger tune.

5- Şexs, pîvana heqîqet û başîyê ne.

6- Ji bilî pêhesîyên şexsî, mirov nikare çavdêrîya tu tiştî bike.

3- Wek Helwestekî Şikparêzî

Fîlozofê sereke ê ku şikê (gumanê) wek helwestekî bikar anîye, Sokrates e. Wek tê zanîn Sokrates mamosteyê Platon (Eflatûn) e û axlebî li ser babetên exlaqê rawestiya ye. Lê ji ber ku exlaqdarîyê (sincdarî, rewiştdarî) bi erdemê ve û erdemdarîyê jî bi zanayîyê ve girêdaye, ji hêla felsefeya zanayîyê ve fîlozofekî girîng e. Berhêmên Sokrates nê gihêjtine heta roja me. Lê em dizanin ku wî nedivîsand. Ew zêdetir bi diyalogên xwe tê naskirin û bi vê yekê jî navdar e. Li kuçe û kolanên Atînayê digerîya û bi giregirên bajêr re li ser erdem, zanayî, wêrekî û li ser babatên exlaqî dikete guftegoyan. Ramanên wî ên derheqê van babetan de di Dîyalogên Platon de cîh girtine û bi vî awayî gihêjtine heta roja me. Sokrates di nav Sofîstan de mezin bûye û perwerdeya xwe ya felsefî ji wan sitandiye. Wek tê zanîn Sofîstan wiha diparast ku zanayî ne gengaz e, lê Sokrates hewl dida xwe ku di babeta fêhmkirina mirov de, xwe bigihêjîne spartekek tevayî (tumel).

Li gor nêrîna Sofîstan mirov, pîvana hemû tiştî bû. Sokrates jî di rêyeka ku dişibe ya Sofîstan de dimeşe û wiha bawer dike ku derheqê xweza, heyîn û matematîkê de mirov nikare bi tu tiştî bizanibe. Di dawîyê de di vê babetê de dev ji xebatên xwe berdide. Sokrates dibêje: “Ez bi yek tiştekî tenê dizanim, ew jî ew e ku ez bi tu tiştî nizanim.” û vê pêşnîyarê ji xwe re wek bingeh hildibijêre. Ev pêşnîyar di naveroka xwe de hem îronîyê û hem jî şikê (gumanê) dihewîne. Bi awayê diyologên xwe bi girêgirên Atînayê ên ku digotin em xwedîyê zanayîyê ne, dide zanîn ku di rastiyê de ew bi tu tiştî nizanin. Bi rêya vê rêbazê, nezanîya yên li hemberê xwe nîşan daye û xwestiye ku bibêje ez hê bi tiştekî nizanim. Ji ber vê çendê jî mirov dikare bibêje ku Soktates di derheqê xweza, gerdûn û heyînê de wiha bawer dike ku mirov nikare xwe bigihêjîne zanayîyê.

Herweha wiha parastiye ku mirov dikare ya xwe bike babeta zanînê û derbasê asteka bilind ya exlaqê bibe. Lê li hêla din jî em dizanin ku Soktates gotiye ku mirov nikare tiştekî fêrî mirovan bike, mirov dikare ancax tiştên ku ew zanin bînê hişê (bîra) wan. Ango, gotiye ku mirov ji zayîna xwe ve xwedîyê zanayîyê ne. Bi vê hewlwesta xwe re jî, di hindek babetan de wek ‘Rasyonalîstekî Dogmatîk’ hatiye bi nav kirin. Di hêman demê de wek hîmdarê rêbaza Mayotîkê (Danwelidandin) jî tê zanîn, ku ev rêbaz di felsefeyê de jî wek rêbazekê felsefî tê pejirandin.

4- Wek Rêbazekî Şikparêzî (Rêbaza Şikber)

Li hemberê şika şikparêzan ku bawerîya xwe bi zanayîya rast nedianîn, hinek fîlozofan xwestine ku şikê wek rêbazekî bikar bînin û bi vî awayî (bi vê rêbazê) xwe bighînin zanayîya rast. Ji van hewl danan yek ya Gazalîyê fîlozofê îslamê ye û ya din jî ya Descartes e. Ev herdu fîlozof herçiqas di demên cuda de jiya bin jî, dîsa heman rêbazê (şikê, wek rêbazekî) bikar anîne.

Gazalî

Gazalî di destpêkê de ji bo ku bikaribe xwe bigihîne zanayîya rast û misoger, li hemû texlîdên zanayîyê vekola ye. Gazalî li hemû mezheb, agirperest, ateîst û li ramanên fîlozofan vekola ye û xwestiye ku spartek û bingeha angaşt û ramanên wan fêr bibe. Lê her dem derheqê rastiya wan de, di gumanê de bû. Axirê bi xêra vê yekê beyî ku di bin bandora fikrekî de bimîne, ramanên xwe diparast. Herweha Gazalî wiha bawer dikir ku divê mirov bi çavê tu kesî li dinayayê mêze neke û wan texlîd neke. Ji ber vê yekê jî Gazalî texlîdkirina fikran, wek xirabiyeka mezin dihesiband.

Li gorî nêrîna Gazalî divabû du tişt pêk bihatana:

1- Destnîşankirina bingeha zanayîya misoger û rast.

2- Peyîtandina vê zanayîyê ku rasterast nesneya xwe vedibêje.

Ji bo hilberandina zanayîya rast û misoger, di destpêkê de prensîbên têgîhan û sehekên me û prensîbên fikirînê ên bivênevê, divê werin destnîşankirin. Lê di dawîyê de Gazalî dibêje ku sehek û têgîhanên me xapînok in û dikarin her dem me bixapînin. Ji ber ku ne ewle ne, dikarin eqlê mirov jî bixapînin. Ji bo vê çendê jî, dibe ku dadgerekî dî yekî ku serwerê sehek û têgîhanên me be derkeve holê. Gazalî ji fikrekî wiha dest pê dike û behsa beradayîbûna vê dinyayê dike. Herweha dibêje ku ev dinya me ya ku em têde dijîn, xewn û xeyalek e û piştî mirinê, dibe ku em hemû wanekên li cîhanê ji rewşa wan ya niha cihêreng bibînin. Dibe ku ji bandêra dem û cîh ya niha, rasteqînîyeke din jî hebe. Û mirov bi alîkariya hişê xwe ya ku di asteka cihêreng de ye, dikare vê siûdê bidest bixe.

Şika Metodîk: Descartes

Rêbaza şikê ya ku Descartes ew bikar anîye, li Ewropa û li hemû dinyayê, ramana nûjen xistiye bin bandora xwe û bûye rêbazeke baş ya hilberandina zanayîyê.

Descartes wiha digot:

1- “Em bibêjin ku ez di xewnekî de me û cinekî ku dikare hemû tiştî bike, min dixapîne. Mesela em bibêjin ku ew wanekan bi awayekî cihêreng nîşanê min dide. Encax ez di xewn de bim jî, wiha bifikirim ku ez ji layê cinekî ve tême xapandin jî; yê ku tê xapandin û nesneyan cihêreng dibîne, dîsa ez im.”

2- “Şikkirin (gumankirin), pêhisîn û tirsîn û gelek tiştên din, fikirîn e. Hege şikkirin, fikirîn be û yê ku di şikê de ye jî ez im; difikirim, nexwe ez he me.- Cogito ergo sum.”

Descartes berî her tiştî dixwest ku xwe bigihîne binegeheke zexim û bi vî awayî xwe ji hemû gumanan xilas bike. Hege hebûna min ji şikê (gumanê) dûr be, ramanên min yên ku ez wan tînim ziman; wê ji gumanê dûr bin. Lewra, ji ber ku wê ew jî ji hebûna min der biçin, wê ne gumanbar bin. Li gor Descartes bi vî awayî gengaz e ku mirov xwe bigihîne zanayîya rast û misoger, wek zanayîya matematîkî.

2- Dogmatîkên Epîstemîk (Yên ku zanayîyê gengaz dibînin)

Li hemberê gumanên gumanparêzan, ku bawerîya xwe bi zanayîya rast û misoger naynin, dogmatîk; wiha bawer dikin ku mirov dikare xwe bigihêjîne zanayîya rast û misoger. Ji van fîlozof û ramanweran re, ‘Dogmatîkên Epîstemîk’ tê gotin. Herçiqas ji hevdu rêbazên cihêreng bikar anîbin jî, armanca wan ya hevpar ew e ku rêya gihêjtina zanayîya rast nîşanê me bidin. Dogmatîkên Epîstemîk, wekî serwerên dîroka felsefeyê ne û bi tevgerên wek rasyonalîzm, empirîzm, krîtîsîzm, pozitivîzm, felsefeya analîtîk, entuitisyonîzm, pragmatîzm, fenomenolojî, îdealîzm û realîzmê, ramanên xwe îfade kirine. Herçiqas hejmara fîlozofên şikparêz (gumanparêz) kêm be jî, mentîqa wan ya ku parastine, şopên gelekî kûr li pişt xwe hiştine û bi vê helwesta xwe re, rê li tevgerên cihêreng yên ku bawerîya xwe bi zanayîyê anîne û xwestine ku vê yekê nîşanê me bidin, vekirine.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin