Dermanê Nexweşiya Kahlerê Hate Dîtin

Dermanê Nexweşiya Kahlerê Hate Dîtin

Dermanê Nexweşiya Kahlerê Hate Dîtin

Ji bo kesên bi nexweşiya Kahlerê (multiple myelome MM) nexweş ketine ku cureyeke nexweşiya kula heftpençeyî ye, li Hollandayê dermanek hate peyda kirin. Ji lêkolîneke navneteweyî ya ji 500 kesên nexweş pêk hatiye, hate dîtin ku temenê kesên nexweş bi girtina wê dermanê dirêj û tendurustiya kesên nexweş jî ber bi başiyê ve çûye.

Profesor Pieter Sonneveld, li Erasmus MCyê xwînnas e (hematolog) û rêveberê lêkolînê ye, derbarê lêkolînê de ji The New England Journal of Medicineê re wiha dibêje: “Dermanê bi navê Daratumumab antîkorek e ku li ser proteînên yên tenê di şaneyên nexweş ketîne de tên dîtin, kom dibe û tune dike, û herwiha muafiyeta mirovî teşwîq dike ku şaneyên xesar dîtî ji holê rabike.” Derman ji hêla Genmabê ve hatiye çêkirin û rehê xwe ji zanîngeha UMC Utrechtê wergirtiye. Ji bo lêkolînê du beşên kesên nexweş hatine muqayese kirin: di beşa kesên nexweş yên bi awayeke tekteşe (standard) hatine tedawî kirin, piştî salekê ji sedî 26 kes hate dîtin ku nexweşî weke beriya tedawîkirinê bûye ango rewşa kesên nexweş stabîl bûye lê di beşa kesên nexweş yên bi Daratumumabê hatine tedawî kirin, rewş baştir bûye lewre ji sedî 63 kes ji rewşa xerab xelas bûne û ber bi başiyê ve rê girtine.

Sonneveld wiha didomîne: “Tevahiya kesên nexweş yên beşdarê vê lêkolînê bûne, berê jî hatibûne tedawî kirin û hin kes jî ji ber vê nexweşiyê bêgav mane û bi qasî çar caran hatibûne tedawî kirin.” Nexweşiya Kahlerê nexweşiyeke bêderman e û dikare tekrar tekrar rûbide. Daratumumab vê gavê bitenê li ser daxwaziya bijîjkekî ve tê amade kirin.

Metîn Eser

Çavkanî: De Volkskrant / 03.09.2016

Bersivekê binivîsin