Di Babeta Zanayiyê De Rêbaza Îmamê Xezalî

Di Babeta Zanayiyê De Rêbaza Îmamê Xezalî

Di Babeta Zanayiyê De Rêbaza Îmamê Xezalî | Ali Gurdilî 

Li hemberî şika şikparêzan ku baweriya xwe bi zanayiya rast û dirist nedianîn, hinek fîlozofan xwestine ku şikê/gumanê wekî rêbazekî bikar bînin û bi vî awayî jî, xwe bigihînin zanayiya rast. Ji wan hewl danan yek ya Xezaliyê 1058 – 1111 fîlozofê îslamê ye û ya din jî, ya Descartes e. Herdu fîlozof herçiqas di demên cuda de jiya bin jî, dîsa heman rêbazê (şikê, wekî rêbazekî) bikar anîne. Xezalî di destpêkê de ji bo ku bikaribe xwe bigihîne zanayiya rast û misoger, li hemû texlîdên zanayiyê vekola ye. Xezalî li hemû mezheb, agirperest, ateîst û li ramanên fîlozofan vekola ye û xwestiye ku spartek û bingeha angaşt û ramanên wan fêr bibe. Lê herdem derheqê rastiya wan de, di gumanê/şikê de bûye.

Axirê bi xêra vê yekê beyî ku di bin bandora fikrekî de bimîne, ramanên xwe parastî ye. Herweha wiha bawer kiriye ku divê mirovî bi çavê tu kesî li dinayayê mêze neke û wan texlîd neke. Jiber vê yekê jî texlîdkirina fikran, weke xirabiyeka mezin dihesiband.

Li gorî nêrîna Xezalî divabû du tişt pêk bihatana…

1- Destnîşankirina bingeha zanayiya misoger û rast.

2- Peyîtandina vê zanayiyê ku rasterast nesneya xwe vedibêje.

Ji bo hilberandina zanayiya rast û misoger, di destpêkê de prensîbên têgîhan û sehekên me û prensîbên fikirînê, yên bivênevê divê werin destnîşankirin. Lê di dawîyê de Xezalî dibêje ku sehek û têgîhanên me xapînok in û dikarin herdem, me bixapînin. Jiber ku ne ewle ne, dikarin eqlê mirov jî şaş bikin/bixapînin.

Ji bo vê çendê jî, dibe ku dadgerekî dî yekî ku serwerê sehek û têgîhanên me be derkeve holê. Xezalî ji fikrekî wiha dest pê dike û behsa beradayîbûna vê dinyayê dike. Herweha dibêje ku ev dinya me ya ku em têde dijîn, xewn û xeyalek e û piştî mirinê, dibe ku em hemû wanekên li cîhanê ji rewşa wan ya niha cihêreng bibînin. Dibe ku ji bandêra dem û cîh ya niha, rasteqîniyeke din jî hebe. Û mirov bi alîkariya hişê xwe ya ku di asteka cihêreng de ye, dikare vê siûdê bidest bixe…

Xezalî ji bo çi felsefeyê rexne kiriye?…

Di ramana îslamê de di warê teoriya zanayiyê de lêkolîna herî balkêş, lêkolîna Xezalî ye. Xezalî pirsên wekî: <Em çawa dikarin xwe bigihînin zanayiya misoger?, Gelo em dikarin di kîjan qada zanayiyê de behsa misogeriyê bikin?, Gelo, felsefe û metafizîk, zanayiyên misoger in yan na?, Zanayiyên ku em wan bi saya sehekân û aqil bidest dixin, gelo ew çiqasî zanayiyên misoger in?> û hwd. pirsî ye û xwestiye  ku bersiva van pirsan bide. Di temenekî ciwan de navdar bûye û piştî demekî, ji nêrînên felsefî û rêyên çareserkirinê yên felsefeyê ketiye gumanan û ji van çareserkirinan dûr bûye, ber bi tesewuf û ramana mîstîk ve qesidî ye. Guherînên ku di ramanên wî de pêk hatine jî wan di berhemên xwe de vegotiye. Xezalî beriya her tiştî, di zanayiyên me de li misogeriyê digere.

Derheqê matematîk û mantiqê de zanayiyên ku ji layê gelek kesan ve têne pejirandin, dide me. Misogeriya van zanayiyan, ji sînorkirina qada lêkolînên wî tê.

Digel vê yekê Xezalî dibêje ku metafizîk ku qadeka felsefeyê ye; di derheqê heyîn, Xwedê, mirov, rihê mirovî, têkiliya mirovî û Xwedê û di babeta wateya jiyana mirovî de zanayiyên misoger/teqez nade me. Lewra, di nava fîlozofan de derheqê van babetan de lihevhatinek tune û her yek di derheqê heman babetê de, fikrekî cihêreng tîne zimên.

Xezalî rexneyên xwe yên ku di derheqê zanayiyê de ne, ji sehekan dide destpêkandin û dibêje ku sehek dikarin mirovî bixapînin. Bi rêya aqil ji gihêjtina rastiyên misoger, gumanê dike û vê yekê, bi vekolandina nêrînên fîlozof, kelamzan, batinî û mutasawufan pêk tîne. Bi dijwarî fîlozofan rexne dike.

Xezalî dibêje dema aqil hewl dide da ku bikaribe bersivên pirsên felsefe û metafizîkê bide, bi xwe re dikeve nakokiyê û aqil nikarê rêyên çareserkirinê yên derbasdar bibîne. Herweha, dibêje yên ku dixwazin yekîtiya aqil û îmanê pêk bînin an jî wan lihev bînin, ew çewtiyan dikin û ne serkeftî ne. Li gor bîr û baweriya wî: ramana <aferîşê> ya di ol de, bi rêya aqil nikare were şirovekirin/ravekirin. Xezalî, ji rexnekirina zanayiyê û aqil dest pê kiriye, lê ji vê felsefeyê derbasê felsefeyeka nû nebûye. Bi guman, nêzîkî zanayiyê bûye û ber bi ol û îmanê ve qesidiye. Xwenêzîkkirina wî ya olê, bi tesewufê digihêje qonaxa xwe ya dawî. Li gor bîr û baweriya Xezalî, di navbera aqil û îmanê de cîhek heye û di demên teng de mirov dikare xwe bigihîne wir, ku ev der jî tesewuf e. Bi awayekî misoger aqil û îmanê ji hevdu veqetandiye û îmanê hilbijartiye.

Li gor nêrîna fîlozof jiyana exlaqî, ji bilî xwesteka gihêjtina Xwedê û amedekariya gihêjtina heqîqetê, ne tu tişt e. Mirov di jiyana xwe ya exlaqî de, hege ji xirabiyan dûr bibin û bixwazin xwe bigihêjînîn heqîqetê; bi rêya evînê (hezkirinê, eşqê) dikarin bigihêjin yekîtiya xwedayî. Xezalî bi vê ramana xwe re bandûreka mezin, li felsefeya rojavayê kiriye…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

26.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/di-babeta-zanayiye-de-rebaza-imam-xezali.html

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye… 

Bersivekê binivîsin