Di Dewra Antîk Yewnanê de Taybetmendiyên Îyonyayê

Di Dewra Antîk Yewnanê de Taybetmendiyên Îyonyayê

Di Dewra Antîk Yewnanê de Taybetmendiyên Îyonyayê

1- Çanda yewnan û şaristaniya wê, xwediyê qerektereke dualî bû. Ji alîyekî ve di warê kulturê de gihabû asteka gelekî baş, lê li hêla din jî di hindek babetan de xwediyê hinek adetên xirab bû. Li alîyekî baweriya xwe bi xwedayên Olîmposê dianin û li aliyê din jî, zarok û jin di civakê de kole bûn. Cîbicîkirinên bi vî rengî, piştî demekî wiha kir ku di civakê de bêhevîyêke dest pê kir û hindek pêkanînên ku civakê bêhêvî dikirin, hatin dîtin.

2- Li hember vê çanda dualî ya ku civakê bêhêvî dikir, fîlozofan dîsa jî têgihiştin ku di gerdûnê de guherînek bêrawest heye û gerdûn, her dem di guherîneke wiha de ye. Ji jiyanê ber bi mirinê, ji zarokatiyê ber bi pîrbûnê, ji biharê ber bi zivistanê ve, her dem guherîn û veguhêrîneke bêrawest heye.

3- Diva bû li pişt vê guherîna bêrawest de, heyîneka ku her dem hebûna xwe didomîne jî hebûya. Pirraniya felsefe û xwesteka şirovekirina Îyonyayê, bi lêgerîn û pirskirina vê heyîna mayende, dest pê kiriye û xwestiye ku vê yekê derxe holê.

4- Fîlozofên Îyonyayê, navê vê heyînê danîne “arche.” Arche, ew element bû ku digel hemû guherînan, ew ne dihat guherîn û wek xwe dima.

5- Di dîrokê de Thales wek fîlozofê yekemîn hatiye pejirandin. Thalesê ku B.Z. (Berîya Zayînê- Berîya Zayîna Îsa Nebî) di sedsala 6 an de jiya ye, gotiye ku “arche,” av e. Hindek fîlozofên din jî, ku xwediyê ramanên cihêreng bûn, wan jî archeyê, bi madeyên (elementên) cihêreng şirove kirine. Mesela Anaksîmenes (Anaximenes) hewayê û Herakleîtos jî, agir wek elementa bingeh (arche) dîtiye û bi vî rengî, arche hatiye şirovekirin.

6- Fîlozofên îyonyayî, dema ku li madeya bingehîn ya gerdûnê vekolane, tu rêbaz an jî deneyên zanistî bikar neanî ne. Bi tenê bi rêya spekulasyonê, xwestine ku xwe bigihînin encamê.

7- Fîlozofên Îyonyayê, herçiqas li ser hindek babetên razber (soyut), ên wek guherîn û yekîtîyê rawestiyabin jî, vê yekê bi bingeheke madî pêk anîne. Elementên ku ji bo şirovekirina çêbûnê hatine bikar anîn, en wek agir, av, hewa, ax û hwd. hemû jî, madeyên madî û girgîn (somut) in. Dema vê yekê pêk anîne jî, xwe ji bandora sehekan rizger kirine û bi awayê razberkirinê (soyutlamayê) vê yekê pêk anîne.

8- Li cem fîlozofên Îyonyayê, felsefe û zanist, ne du bûyerên cuda ne. Heta mirov dikare bibêje ku fîlozofên îyonyayî, li gellek babetên kozmolojîk, fizikî û bîyolojîk jî vekola ne. Lê vê yekê, di çerçoweya felsefeyê de pêk anîne. Li hêla din jî zanistên matematîk û geometrîyê jî, gelekî bala wan kişandiye û li ser van zanistan, gelekî rawestiyane.

9- Fîlozofên Îyonyayê herçiqas li ser babetên wek çêbûn, yek, pirr, windabûn û hwd. rawestiyabin û spekulasyonê wek rêbazekê bikar anîbin jî; mirov nikare bibêje ku ew di babeta şirovekirina tevgerê (liv) de bi ser ketine. Herçiqas bi awayekî rast nêzîkê veguhêrîna qozmîkê bûne û hinek sentezan bikar anîne jî, hêza wan têrê nekiriye ku yekîtiya dijberan û piştra, derketina holê ya sentezan şirove bikin. Di vê babetê de teoriya herî baş, ya Demokrîtos e. Bi tenê bi dozîneya atomgiran (atomparêzan) hewl dane ku bi têkiliyên atoman bûyera çêbûn û guherîna gerdûnê şirove bikin. Lê ew jî, di babeta şirovekirina tevgerê de bi ser neketine.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin