Di Felsefeya F. W. Nietzsche de Tirsnezaniya Jiyanê

Di Felsefeya F. W. Nietzsche de Tirsnezaniya Jiyanê

Di Felsefeya F. W. Nietzsche de Tirsnezaniya Jiyanê

Li gor baweriya Nietzsche, jiyan tirsnezanî ye û ‘erêkirina jiyanê’ prensîpeke bingehîn e. Lewre jî hemû nirxên mirovî, li gor wê prensîpa ‘erêkirina jiyanê’ dihelsigîne. ‘Baş’ ew tişt e ku bandûreka xwe ya erênî li ser jiyanê heye. ‘Rast’ bi xwe jî, ne li dijî jiyanê ye, beravajiya wê, alîgirê jiyanê ye.

Li ser vê xalê rexne lê hatine girtin û wiha jê pirsîne: Ê baş e, wateya vê yekê çi ye? Tu bi xwe jî dibêjî ku jiyan û dinyayeke din tune. Heke rewş ev be, ma çi girîngiya gotina te dimîne? Jiyanên herî serkeftî û bextewar jî, ma piştî demekê dê ji holê ranebin? Wê demê ji xwe mirovên ku tu behsa wan dikî, dê ew jî bimrin û dê hemû tişt, werin jibîrkirin. Wê demê, ma çi girîngiya wan dimîne?’

Nietzsche bi bersiveke dualî bersiva van rexneyan daye. Çareseriya Nietzsche, pêkanîna jiyaneke ji bo jiyanê bi xwe ye. Jiyaneke bi vî rengî, wate û girîngiya xwe, ji dereka din wernagire û li gor tiştekê din nayê têgihiştin. Ji vê hêlê ve, mirov dikare bibêje ku jiyan dişibe berhemeke hunerî. Ji ber vê sebebê, hatiye gotin ku Nietzsche xwediyê dilêrîneke (têgihiştineke) estetîkî ye. Hêla bersiva wî ya mayî jî ev e: Hemû tişt bi awayekî ebedî tune nabin, berovajiya wê dê dîsa heta hetayê werin. Herikîna demê, daîrewîtiyeke kozmîk û balûpal nîşan dide; lewma jî bûyerên ku berê qewimîne, dê carekê din rû bidin.

Dema ku em jiyana xwe baş bijîn û heqê wê nexwin, dubarekirina demê ya heta hetayê; dê me ji dinyaya dawîndar dahf bide aliyê dinyaya ebedî, ango bêdawî. Tirsnezaniya jiyanê, bingeha felsefeya wî ye û ji bo jiyanê jî gotiye ‘hodre meydan!’ Gelek mirov, li dijî bersiva Nietzsche ya ku gotiye ‘hodre meydan!’ derketine, belam ligel vê yekê rêz û hurmetekî mezin jî dane vê helwesta wî. Sebebê vê helwesta wî, ku gotiye ‘hodrê meydan!’ ev yek e: Heke me dev ji baweriyên dînî yên kevneşopî berdabe, wê demê mafê me tune ku em nirxên wan yên ehlaqî jî biparêzin û ev yek, ji bo me ne rewa (meşrû) ye.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
01.04.2016

(Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî)

Bersivekê binivîsin