Di Felsefeya Hegel De Şuûr (2)

Di Felsefeya  Hegel De Şuûr (2)

Di Felsefeya  Hegel De Şuûr/Beşê 2 

         Di nivîsa pêşîn de hatibû dîyarkirin ku ”bihîzyarî” an jî ”berhesbûn” yekemîn merheleya şuûrê ye. Ango misogerbûna anihatiya heyber/wanekek derve, weke daneyek di war û demê de kifşbûyî li pêşberî kirdeyê. (Bûyerek ku bi ”niha-li vir- ev”ê ve dihê pê.).Di vê merheleyê de rastî û zanîn di rewşek teqez û sade de ye. Teqez e lewra kirde û heyber di nav bi hevûdu hesînek rast a aniha-li vir de ne. Sade ye lewra ev pêwendî wek venasînek serateyî ji dîmenek konseptuwel xezan e. Hêmanên avakarên şuûrê beriya her tiştî, zêdetir wek xwe di xwe de ne hêj. 

Dû re objeyê bi hemû taybetmendî, rewişt û qalîteyên wê ve nasandin dikeve rojeva pêdaketina têgijê. Di vê qonaxa ”berhesbûn”ê de rastiya objeyê, yekûna  qalîteyên xwe bûbûna wê ye. Lê ev ne rastiyek xwerû ye, lewra êdî kirde û heyber ji bo pêvajoyek têkel a ”xwe ji nû ve nasîn-pêkhanîn”ê ketine nav tevlihevbûnek ku têde veguherîne bireserîtiya hevûdu. Di vê merheleyê de obje/wanek bi hebûna xwe ya misteqîl-xweser ve xwe wek ”gerdûnî”yek, wek yekîtiya piraniya wesfan raberî şuûrê dike. Lê Hegel dibêje «di warê şuûr/têgijê de her fenomen heta veneguhere xwepêşandanek subjektîvîteya şuûrê, dê her wek ceribînek ne teqez-biryariya daneyê daliqandî bimîne»(1). 

Lê qasek şûnda, şuûr di navbera wanek û wesfên wê yên  ku xwe pê diderbirînin de rewşek dijberî-nisbî-bûna heyîtiyê dibîne.  Bi tev rewişt û qalîteyên xwe ve tevlihevbûna kirde-heyberê ew qonax e, şuûr/têgij têde têdigêhije ku tişt (kirde-heyber) bi heyîbûnek nisbî-pêbûy, bi watene ku nirxên xwe ji dayîn-standinek bi hemberî hildidin ve li ber-di nav guherîn û bûyînek bê sekin de ne. Li vir pirsa ”di xwe de hebûn” çi ye dertê holê. 

Bo mînak heke Sêvek bihê fikirîn, ji bilî  naveroka wê ya molekuler, ger wek şekil, reng, xûyan, tevînek… lê were mêzekirin kifştirîn taybetmendiyên wê dê ev bin: Giloverî, sorbûn, helûtî û gizironektî. Li vir pirsyara herî girîng ev e: Wek heyber sêv û wek heyîtî wesf bi hevûdu re û bê hevûdu di hebûnê de xwediyê çito wate û asûnê ne? Heyber bêyî wesf, wesf bêyi heyber çi ye, çawa ye? Bi awakî xweser û ji hevûdu cuda heyî-bûna wan pêkan e an na? Heke pêkan e çawa, ger na çima? Şuûr pê dihese ku ”ya berê weke xwe-di xwe de hebûn” dihat xûyakirin, ne wisa ye»(2). 

Piştî vê têgihîştinê, (mîna jorastek wê) serwextkarî/têgîhanek ku di nav vê guherîna tiştan de bîr bi meyanek ne guhêrber, bi ”gerdûnî-yek bêmerc”  dibe dertê holê (wek ”karpêkirin”ek entellektuwel). «Ev serwextkarî bi jihevîyek ligel têgij/şuûrê ve, dertê derveyê xwe, bi awayekî razber kifşebûnên gerdûnî bi hevûdu dide girêdan. Ev weke hêza hindur: raman an jî têgîna heyberê ye, formek xas a têgijê ye ku têgij/şuûr pê xwe dike objeya xwe»(3). 

Piştî vê awayê ”ne xweser bûbûna heyîtiyê” şuûr kirdeyê jî dixe nav heman helsegandina ku wanek pê dihê helsegandin. «Li vir êdî cudahîya di navbera kirde û heyberê de ji holê radibe, cîh ji ”xwetêgij” an jî  ”şuûra xwebûn”ê re vedibe(4). 

Gerdûnî-ya bêmerc: «Wek tevgera yekandina yên bi wan ve çêbûyî, ligel pêwendîyek bi yê/ya din re bûbûnek ji bo xwe bûbûn e. Bi vê tevgera yekandina komposan/pêçêyên xwe ve hemberiya hêza hundurê tiştan e, hêza ku heyber pê xwe radigirin»(5) Lê ev têgînek xwerû ye, di heman demê de cihêtî û yekîtiya xwe, bi hevûdu re, di xwe de dihêwirîne. Di bin rasteqîniya heyberan de wek hilika wan cîh digire. 

Hêz wek yekîtî û pevcivîna heyberan ew nêvenga ontolojîk e ku heyber/wanek  pê-têde taqet û derfeta kifşebûn, derbirînê dibînin. Wek yekîtiya di cihêtiyê de hêz; li alîk mayîndetiya nêvenga gerdûnî ya bûjen û pirayetiya gerdûnan e, li alik din jî ji holê rakirina pirayetî û serxwebûnê ye. 

«Bi navgîniya cihêtiyek aydê xwe ya di xwe de dutîrebûyî ve û di heman demê de bi rêya van her du aliyên dijber ên ku bi bê bireserîtî derbasî nav hevûdu dibin, hevûdu ji holê radikin ve wek ”kirû û xûyabûn” heyî dibe hêz. Ligor Hegel, pêwîste ku hilik were xûyîn. Dibêje hilik bi xûyabûnê ve nabe hebûn, lê xûyan ew kifşebûn e, hilik pê dibe hilik/derûn. Bi vî hawî dîyarde/fenomen dibe xûyabûna derûna rastiya di xwe de rastî, an jî heyîbûn dibe dîyarde bixwe»(6). 

Ango ji ber ku ya heyî hilik e, heyîbûn dîyarde ye.  ”Rastiya di xwe de rastî” ya ku derûna xwe bi xûyanê ve eşkere dike, bi tenê serê xwe na, lê bi pêkhanîna têkiliyek bi xûyan û kirûyên din re hey dikare bibe derbirîna ”rastiya di xwe de rastî”. Wateya ku Hegel dide ”rastiya di xwe de rastî” li vir pênaseyek bi vî hawî dihîne hişî: Di saziya li bêdawîtiya gerdûnî belavbûyî ya yekûna rêgez û bûjenê de bi têkiliyek her wiha bi bûjenek hem bi dawî hem bê dawî ve hebûn-bûbûna yekûna hilik-dîyardeyê.

Şuûr di hewla bidestxistina zanayiyê de gava li zanîna mitlaq vedigere (digere), ya ku lê rast dihê ew kirû ye ku, di rasteqîniya bi yekîtiya xûyan û derûnê ve avabûyî de zêdetir bergind/hemberiya xûyanê ye. Li pey rasteqîniya raserî zanayiya girêday wanekan,ango rasteqîniya ku wanek û an jî kirûyan wê bi erk û xûyanê ve rapêçane, şuûr dema di cîhana kirû/dîyardeyan re derbas dibe, dadikeve an jî hildikişe bal wê merheleya  ku Hegel wê wek Hêz bi nav dike. 

Ev Hêz, wek ku li jor hate gotin, her ku hemberiya xwezaya hundurîn a heyberan an jî derûna hebûnê be jî, lê ji ber ku di nav ”xwe bikarhanînekê de ye, bi vê ”xwe bikarhanîn”ê ve derdikeve qada şuûrê. Lê ji bo vê ”xwe bikarhanîn”ê ango ji bo ku «ev Hêz, wek hemberiya hundurê tiştan, bikaribet derbikeve derveyê xwe hewceyê hêzek din e, a ku ji hevûdu re spartekên bingehîn in »(7). 

Hegel ji vê re dibêje: leyz/lîstina Hêzan. «di vê leyza hêzan de xwe bikarhanîna hêzan derketina wan a li derveyê xwe û windabûna  (a rast konseptuwelîzebûna) rasteqîniyê ye»(8). 

Belkû pêwîste were dîyarkirin ku ev zêdetir di hebûnê de derbasbûnek şuûrê ye ji qada wê (hebûn) ya fenomenolojîk li bal qada wê ya gewherî de ji bo serwextbûna têkiliya di navbera  ”rastiya wek rastî” û ”rastiya di xwe de rastî” de. Li vir şuûr vediguhere têgîhanê an jî şuûra xwebûnê. Êdî «du gerdûnî dertên holê: Têgîhan û wek wanek/objeya wê Hêza di xwe de çewisandî. Li vir windabûna her tiştên wek fenomen têtin binavkirin û ”xwe vekirina cîhanek ser/der sehekî” rûdide»(9). 

Ev cîhan nenas û li derveyê  şuûrê ye, li bal ”hilika mayînde”, li bal ”di xwe de bûna xwe” de vegera hebûnê ye ev cîhana der-sehekî. Hegel ji vê cîhanê re  dibêje: ”Keyanîtiyek aram a zagonan”, ”hêmaya westar a dîyardeya newestar” e..zagon di tunebûyî bûbûna kirûyan de meyana mayînde, hemberiya hebûna ji bo xwe hebûn e. Wek hilikek mayînde yekîtiyek gerdûnî û binateyek neguhêrber e li pişt û di nav hemû qewimînan de  ev zagon. «Çawa ku Hêz di bin rasteqîniya tiştan de wek hilik/meyana wan cîh digire, wisa jî Zagon derûna kifşebûnên Hêzê ye»(10). 

Orhan Agirî 

05.03.2014 

Nivîs dê bidome… 

Jêder 

1 – 2: La Conscience (Têgij/Şuûr),  Flammarion, Paris, 2005. Olivier Putoi

3 – 10: Phénoménologie de l’Esprit, Gallimard, Georg Wilhelm Friedrich Hegel.

Bersivekê binivîsin