Di Felsefeya Hegel de Xweza

Di Felsefeya Hegel de Xweza

Di Felsefeya Hegel de Xweza (1770-1831)

Di ramanên Hegel de xweza, îdeyek e (heyîna teqez e) ku ji xwe cihêreng bûye. Têgeha îdeyê ku têgehek razber (soyut) û cihêreng e, yeko yeko vediguhere heyînan, ango dibe heyîn û bi vî awayî jî dibe heyînek, dibe heyînek ji derveyê xwe. Ji ber vê çendê jî yekîtîya îdeyê, di xwezayê de bi awayekî eşkere xwiya nake, xwe vedişêre û nûxamtî ye. Em di xwezayê de piranîyê dibînin. Herweha heyînên yeko yeko yên di xwezayê de hebûna xwe ji xwe wernagirin, ji îdeyê werdigirin û bi îdeyê re jî bi temamî ne guncan in, di navbera wan de lihevhatinek berbiçav tune.

Ji ber vê yekê jî di xwezayê de dibetîyek li ser kar e. Derketina derêxwe ya îdeyê ku dibe bîyanîyê xwe, di xwezayê de tê dîtin. Heyîna teqez (mitleq) ji bilî xwe, li devreyê xwe bûye heyînek û bûye bîyanîyê xwe. Di ramanên Hegel de bingeha ramana bîyanîbûnê, ku piştra di felsefeya Marksîst de bûye xwedîyê cîhekî girîng, ji vê niqteyê tê. Serê binî yê xwezayê ew îde ye ku bi temamî bûye bîyanîyê xwe û xwe daye der. Serê jor (raser) jî nîjada mirov e ku xwedîaqil e û têdigihêje hişmendiya xwe. Nîjada mirov jî di xwezayê de dertê holê, û di xwezayê de dibe heyîn.

Lê kurêmirov hêdî hêdî xwe ji xwezayê dûr dike, digihêje bîra (hişê) xwe, ber bi îdeyê ve (ya mitleq) ve diqeside, têdigihêjê û bi vî awayî ew bîyanîbûn û xwe xerîbdîtin, ji holê radibe. Careke din, digihêje yekîtîyê. Ango, yekîtîya ya teqez di ramanên mirov de carekê din tê têgihiştin, ji nû ve tê raxistin. Bi vegotineke din xweza, kedeka mezin e û dixwaze ku bigihêje bîra xwe û koka xwe binase. Armanca felsefeya xwezayê, şirovekirin û destnîşankirina vê berfirehbûnê ye, ku gav bi gav pêk tê.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Feylesofan – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin