Di Felsefeya Îmamê Xezalî de Îman û Aqil

Di Felsefeya Îmamê Xezalî de Îman û Aqil
Xezalî (1058-1111) berî her tiştî li hemberî helwesta yekkirina aqil û îmanê derketiye û di nav çerçoweya felsefeya îslamê de, di warê epîstemolojiyê (felsefeya zanayiyê) de xebatên xwe pêkaniye. Pirsên/pirsgirêkên ku wî dixwest çareser bike, pirsên wekî:
<Gelo em dikarin ji zanayiyeka misoger behs bikin?, Zanayiyên ku em bi riya aqil û sehekan têdigihêjine wan, gelo ew zanayiyên misoger in?, Gelo felsefe dikare zanayiyên misoger/tequz bide me?> ne.
Li gorî bîr û baweriya Xezalî; aqil, di babetên olî de dikeve nakokiyê û sehekên me jî, herdem me dixapînin. Ji ber vê yekê jî, zanayiyên ku xwe dispêrin aqil û sehekan, ne misoger in û divê neyêtin pejirandin. Ya ku esas e, îman e. Xezalî, îman û aqil, ji hevdu cihê kiriye û ya îmanê hilbijartiye û felsefeyê xistiye xizmeta îmanê/olê. Xezalî ji ber ku ferasetê/sezgiyê weke çavkaniya zanayiyê pejirandiye, wekî nûnerê entuîsyonîzmê yê rojhilatê hatiye qebûlkirin.
Li hemberî helwesta fîlozofên ku dixwestin îman û aqil li hev bînin (wan bi hevdu re girê bidin) rabûye û hemû rexneyên xwe di pirtûka xwe ya bi navê <Hevnegirtina Felsefeyê/Feylesofan> (Tehafût el Felasife) de îfade kiriye.
Alî Gurdilî
16.07.2014
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021