Di Felsefeya Nietzsche de Pêxemberekî Kurd

Di Felsefeya Nietzsche de Pêxemberekî Kurd

Û li gor Nietzsche kesê ku rêgez û zagonên Zerdeşt pêşkêş kiriye pêk bînin û di rêça wî de bimeşin, dê bibin mirovên raser. Bi vê helwesta xwe berî ku kurd Zerdeşt binasin, wî ev pêxemberê ronahîparêz bi tevahiya Ewropayê daye nasandin. Pirtûka Nietzsche ya ku bi navê ‘Zerdeşt Wiha Ferman Kir’ wekî bangewaziyek e li mirovan.

Ji bo li hember zordestan, li hember desthilatdaran guh bidin deng û hêza ruhê xwe yê azad. Guh bidin vîna xwe ya azad ku dixwaze hemû qeyd û bendên li pêşberî xwe birûxîne, hilweşîne û bigihêje cureyê wî mirovî ku ew wekî ‘mirovê raser’ bi nav dike. (…)

Di Felsefeya Nietzsche de Pêxemberekî Kurd: Zerdeşt| Mahmut Ozçelik
Kurtebeşek ji hejmara duyem ya Kovara Felsefevan 

Bersivekê binivîsin