Di Mîtolojîya Yewnan de Tîtan
Di Mîtolojîya Yewnan de Tîtan
Li gor mîtolojiya yewnan nîjada efsanevî ya Xwedayan, ku di heyama Zêrîn de dinyayê bi rê ve birine re Tîtan tê gotin. Di vê mijarê de bi giştî theogoniya Hesîodos, wek çavkanî tê dîtin û li gor vê çavkanîyê, di destpêkê de 12 Tîtan hebûne. Ew Xweda jî, mirov dikare bibêje ku her yek bi têgehekê hatine sembolîze kirin. Wek okyanos, hiş, xwiyakirin û zagona xwezayî û hwd. 12 Tîtanên pêşîn, piştra hinek Tîtanên din anîn dinyayê. Hinek ji wan jî Prometheus û Atlas in. Tîtan, ji aliyê Kronos ve hatine bi rê ve birin, ku e wî jî bavê xwe Uranus ji text anîye xwarê. Tîtan jî, ji aliyê Xwedayên Olîmposî ve ji text hatine dûrxistin.
12 Tîtanên Ewilî û Sembolên Wan
Okeanos: Okyanos
Tethys: Behr
Hyperion: Çavdêrî
Theia: Xwiyakirin
Koios: Aqil
Phoebe: Zêhn
Kronus: Bereketa çandiniyê û dem
Rhea: Bereketa cinsî
Mnemosyne: Hiş
Themîs: Edalet
Krios:
Lapetos:
Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.