Di Serdema Navîn de Rewşa Felsefeyê

Di Serdema Navîn de Rewşa Felsefeyê

Di Serdema Navîn de Rewşa Felsefeyê

Di Serdema Navîn de wateya teqez/girîng ne di gerdûnê de ye, lê di yên ku ew afirandiye de ye û mirov, encax bi îmaneka xurt dikarin xwe bigihînin wê wateyê. Xwedê afiranerê gerdûnê ye, yê ku yekemîn car gerdûnê çêkiriye ew e û di heman demê de, mebesta wê ye.

Li gorî termînolojiya Arîstoperest, Xwedê him sedemê çalak (causa efficiens) û him jî, sedemê armancê ye. (causa finalis) Ji ber vî sebebî bi serê xwe tenê, ti qîmeta gerdûnê tune. Qîmeta wê, ji rêza duyem/talî ye. Ew ji hêla gihêjtina armancê ve di nav xwe de, pergaleke hîyerarşîk û bi qedeme, nîşan dide. Ev pergal ji hêmanên binî ve dest pê dike, ji mirovî derbas dibe û heta xwe digihêjîne Xwedê. Mirov li ser rûyê erdê, nûnerê Xwedê ye û rihê mirovî, di rewşa herî dawî de girêdayî Xwedê ye.

Di vê xalê de felsefe weke zanyariyeke di gerdûnê de, li gor zanyariya ku pişta xwe daye îmanê, ji rêza duyem e. Ew encax, li cem îman û teolojiyê; xwediyê erka <xulamtiya teolojiyê> û <derbaseya odeya îmanê> ye. Lê di dawiya serdemê de her çûye, felsefe rêya xwe ji teolojiyê cihê kiriye û ketiye rewşeka dijberê teolojiyê. Di dawiya vê pêvajoyê de felsefeyê, berê xwe daye <xeta aqil> û teolojiyê jî, berê xwe da <xeta îmanê> ku, di herî dawiyê de jî, dilêrîneka <rastiya cotik> derketiye holê.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

12.01.2015

Bersivekê binivîsin