Di Serdema Neolîtîk de Nêçîra Antîlopan

Di Serdema Neolîtîk de Nêçîra Antîlopan

Di Serdema Neolîtîk de Nêçîra Antîlopan

Şûnwarnas ji lêkolînên xwe yên li ser dehan kevirên gilover ku di şikeftên beriya dîrokê de hatibûn dîtin, gihîştin wê encamê ku antîlopên ji serdema neolîtîk yên li deşt û zozanên Afrîkaya Başûr bicîh bûn, bi kevirên bi qasî mezinahiya sêvekî ve dihatin nêçîr kirin.

Andrew Wilsonê ji Zanîngeha Beckett a li Leedsê di kovara Scientific Reportsê de wiha dibêje: “Kevirên gilover bi têra xwe mezin û giran bûne ku nêçîrvan karibûne nêçîra xwe birîndar bikin û bigirin, û em ji vê jî dikarin fahm bikin ku beriya peydakirina rimê, guleyên kevirîn hatibûye peydakirin. Kevirên gilover bêqisûr û kêmasî hatine çêkirin.”

Pêşiyên me bi hûrgulî li ser kevirên gilover xebitîne lewre ji analîzên teknîkî yên li ser 55 kevirên vedîtî hate dîtin ku 45 kevirên gilover bêqisûr û kêmasî hatine çêkirin daku pê bikaribin nêçîra antîlopan bikin. Kevirên gilover bi qasî 500.000 sal berê ji aliyê pêşiyên me ve di şikeftên newala-Makapanê ya li Afrîkaya Başûr ku jê re “şikeftên argûnî” jî tê gotin, hatine hîştin. Hinek şikeftên argûnî bi qasî 1,8 mîlyon sal kevn in.

Metîn Eser 

17.08.2016

Çavkanî: Volkskrant

Bersivekê binivîsin