Di Xirîstîyaniyê de Naguheriya Rizgariyê

Di Xirîstîyaniyê de Naguheriya Rizgariyê

Di Xirîstîyaniyê de Naguheriya Rizgariyê

Di filehtiyê de, Xwedê dibe mirov. Ango, Hz. Îsa. Hz. Îsa pîroz e û divê ku mirov xwe bi ve pîroziyê re bikin yek. Dema ku çarenûs, çarenûsa mirovî bigihêje çarenûsa Hz. Îsa û pêre bibe yek; wê demê mirin hêsantir dibe. Di vê dîtina rewiştî/ehlaqî de, mirov gunehkar tê dinyayê û mehkûmê mirinê ye. Herweha di bingeha vê nêrîna rewiştî/ehlaqî de ji gunehan rizgarbûn heye û mirov, encax bi alîkariya Xwedê dikare bigihêje vê yekê.

Lewra di dînî xiristiyaniyê de, mirov ji zayenda xwe ve weke gunehkaran têne dinyayê. Sebebê gunehkariya wan jî, Adem pêxember bi xwe ye, ku li ber fermana Xwedê rabûye û ji bihuştê hatiye qewirandin. Dîsa li gor vê dilerîna xiristiyaniyê, hêzeka ji derve herdem mirovan ezmûn dike û mirov, li hemberî xirabiyan şer dike. Ev şer jî, pîvanên rewiştî diafirînin û tînin hola civakî. Belam, li gorî felsefeya antîk yewnanî; hêza mirov besî mirov e. Lê li gorî filehtiyê, bi serê xwe û bi hêza xwe, mirov nikare xwe rizgar bike.

Alî Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

07.01.2015

Bersivekê binivîsin