Dînozorên Beriya Dîrokê

Dînozorên Beriya Dîrokê

Dînozorên Beriya Dîrokê 

Jêmayên nû yên derheqê dînozoran de xeyalên me berfirehtir dikin. Dinyaya windabûyî, îro ji nû ve tê zindî kirin: Ev dîrok, dîroka dînozorên qirase ye ku her yek mîna dêwan in. Her ku dem derbas dibe, ew hinekî din zorê didin xewn û xeyalên me. 

Herweha, zanayiyên me ên ku derheqê van de hene jî, her diçe zêdetir dibin. Tabû û klîşeyên ku di vê babetê de hene jî, hildiweşin… 

Mesela, heta beriya kurtedemeke jî me wiha difikir ku civak û jiyaneka malbatê ya van zindîyan tune. Lê îro, tê zanîn ku dînozorên mê wek dayikan canbexş “fedekar” û ên nêr jî, wek zilaman camêr “merd” bû ne.

Bi kurtî hege mirov bibêje, mirov dikare bibêje ku heta niha nêzîkê 700 celebên cihêreng “cewaz” hatine senifandin “tasnîfkirin” lê hê jî, di babeta naskirina cîhana van heywanên nepenî [nependî, nehênî, razdar, razmend] de, em hê di destpêka rê de ne.

Bi rastî jî di van salên dawî de lêkolînên ku di vî warî de pêk hatine; bi awayekî eşkere vê yekê nîşanê me didin. Di navbera salên 1996- 1999 – an de di kolaneka hevpar ya Chicago Field Museum, İllinois, California û zaningeha Antananarivo de, li herêma çiyayên Madagaskar; hindek fosîlên dînozoran hatin dîtin û wiha tê bawerkirin ku ev fosîl, fosîlên dînozorên dinya kevin in. 

Heçku heta vê vekolanê jî, wiha dihate bawerkirin ku celebê herî kevin ê dînozoran “HERRERASAURUS” û “EORAPTOR” in ku fosîlên wan li Arjantînê li çala İschigualasto hatibûn dîtin. Hatibû îspatkirin ku ev celebên dînozoran, beriya roja me 225 milyon salan jiyane. 

Niha bi daneyên dawî, wiha tê bawerkirin ku dîroka dînozoran ji vê dîrokê jî kevintir e. Berê, dînozor bi “gumgumokên hêwilnak” [cinawir] û heta bi “ejderha” hatine binavkirin. 

Di zimanê gel û di jiyana rojane de wek, zindîyên hêwilnak hatine dîtin. 

Lê em dizanin ku e wan ve binavkirinê heq nekiribûn… Lê îro em dizanin ku dînozor, beriya roja me nêzîkê 200- 250 milyon salan derketine ser rûyê erdê û bi zindîyên din re hawirdora xwezayî, parve kirine. Bi demê re bûne xwediyê cinsiyetên nêr û mê, ji hevdu cuda bûne û ji holê rabûne. 

Sedemê jiholêrabûna wan, îro hê jî tê mînaqeşekirin…

Ya rast, mirov dikare bibêje ku cîhana zanistî; cara yekemîn bi xebatên Sir Richard Owen re (ku di sedsala 19. – an de jiyaye û zanayarê xwezayê ye) bala xwe da ser dînozoran. 

Sir Richard Owen, di sala 1841- an de van heywanan bi navê “Dînozor” bi nav kir, ku ev hevoka hevududanî; di zimanê yewnanî de ji hevokên “deinos” (sawdar) û “saurus” (gumgumok) tê. 

Ancax vekolan û kolanên ji bo derxistina fosîlên dînozoran, di nîvê sedsala 20.  an de pêk hatin. Çimku ji % 40 ê 600 celebên dînozoran, piştî sala 1970- an hatibûn dîtin. Vekolanên zanistî nîşan didin ku dînozor, beriya dîrokê li hemû parzemînên (kita) ên dinyayê jiyane. Ya herî dawî jî, di sala 1986- an de li Antarktikayê fosilên “Ankylosaurus” a bizirx û hestuyên “Drnithopoodê” hatine dîtin.

Bi saya kolandinan û bidestistina jêmayên dînozoran ên ku li Alaskayê hatin dîtin; hat îsbatkirin ku ew li Qutba Bakûr jî jiyane. Lê ji ber serma û seqemê, zanyar wiha bawer dikin ku ew demeke dirêj li Qutba Bakûr nema ne û ji vir, ji bo dîtina giyayên taze, ber bi Rojavaya Qanadayê ve çûne… 

Li Gobiya Asya Navîn jî, gellek jêmayên dînozoran hatine dîtin. Jêmayên pêşîn ên ku di sala 1920- an de li vê herêmê hatîne dîtin, aîdê celeba “Protoceratops” in… Pisporên hestuyan ên çînî û qanadayî, bi xebateka ku 4 (çar) salan dom kir; rastê gellek jêmayên fosîlan bûn. Hemû ev delîl îsbat dikin ku dewreka demdirêj, dînozor li hemû parzemînên dinyayê jiyane û bûne serwerê mitleq ê ser rûyê erdê. 

Niha jî, werin em li wesiteyeka demê siwar bibin û dest bi rêwîtiyeka beriya roja me 200 milyon salan bikin. 

Niha em li nîvê heyama “Dewra Triyas” in. Niha li ser rûyê erdê yek parzemînek tenê heye, ku bi navê “Pangea” û yek okyanosek dixweyî ku ev okyanos jî bi navê “Panthalassa” tê bi nav kirin. Dêparzemîn, hê di rewşa çoleka bêser û bêber de ye.

Bi tenê li keviyên okyanosê, daristanên tropîqal cîh digrin. Avûhewa, [îqlim, avhewa] germ û ziwa ye. Li herêmên qutbî, hê qeşa derneketine holê. Çimku di vê dewrê de li vê herêmê germahî, nêzîkê 10 dereceyan e. 

Di wan rojan de dînozorên ku wê hemû parzemînan îstîla bikin, hê di mertebeya destpêkê de ne… Li gorî encamên zanistî, ên ku piştî vekolanên zanistî hatine bidestxistin; di wê dewrê de dînozor, di nava loda erdnîgariya heywanên hene de, cîhekî kêm digrin. 

Di wê dewrê de ên ku serwerê “faunayê” ne, ji celeba Therapsida ne û wek xuşende- guhandar “kişok- bipêsîr” têne binavkirin. 

Sedemê vê yekê jî, şeklê qoqa (kilox, serî) wan a taybet e û piştra wê ev heywan, di nav heywanên bipêsîr (çiçikdar, bimemik, guhander, biguhan) de, wê bihelin û wê ji holê rabin. Belam, di wê dewrê de heywanên ku serwerê ser rûyê erdê bûn; amfibyum bûn, ku xwe gellekî adapteyê avhewaya hêmî (hêwî, nedawî) kiribûn. 

Herweha, ev heywan beriya dînozoran jî dijîyan. Celebên dirixtan ên wê dewrê û şert û mercên xwezayê, ji bo berdewamkirina hebûna heywanên bipêsîr, gellekî dijwariyan derdixistin pêşiya heywanên bipêsîr. Li ezmanan jî, heywanên xuşende ên ku difiriyan, hatibûn dîtin. Ji bo ku dînozor bikaribin bibin serwerê ser rûyê erdê, divabû hê çend milyon salên din jî derbas bibin. 

Ê baş e li gorî xuşendeyên din, dînozor xwediyê kîjan taybetmendiyan bûn? 

Li gorî nêrîna gellek lêkolîneran, (vekolîner, lêgerîner) taybetmendiya wan ji şeklê avahiya lingên wan dihat. Lingên xuşendeyên din, hinekî nepehn bûn û vê yekê jî, rê nedida ku têra xwe hewa here nava cigera wan. Heçî dînozor bûn, bi saya lingên xwe ên pehn; bi rihetî bi rê ve diçûn, çîk radiwestiyan û dikaribûn bibezin. 

Bi vî awayî, wan hem dikaribûn bêhna xwe bigrin û berdin û hem jî, dikaribûn bibezin. Dîsa bi saya vê taybetmendiyê, dînozoran dikaribûn zû tevdigerin û dikaribûn demeke dirêj, li hember şert û mercên dijwar rawestin. 

Bi demê re lingên wan ên pêş, veguhêriyan çekên kûjer û heta veguhêriyan baskan. Kêm zêde, beriya 160 milyon salan; dînozor li ser rûyê erdê xwediyê komeka gellek berfireh bûn. 

Lê beriya 65 milyon salan, di demeka kurt de nîjada (neslê) wan qeliya.

Lêkolîneran, bi salan li sedemên vê yekê geriyan. Dibe ku tu caran, sedemên vê yekê bi awayekî mîsoger neyêtin dîtin jî… Niha bersiva mentiqî ev e ku di dewra Kretasê de, ji ber guherînên avhewayî; ku di demeka gellekî kurt de û ku gellekî dijwar bûye, dînozor qeliya ne. 

Ji bilî vê yekê, jiholêrabûna dînozoran; bi sedemên xwezayî û kerasetên fezayî jî, tê şirovekirin… Li gor teoriyeka fezayî, sedemê jiholêrabûna dînozoran stêrka “Nemesis” [Stêrka Mirinê] ye, ku gellek zanyar baweriya xwe bi vê stêrkê naynin.

Li gor vê teoriyê: Di her 26 milyon salan de carekî, bi hezaran stêrkên bi dûv; dibarin ser rûyê erdê. Hinek perçeyên van stêrkan li atmosferê (birahê) dimînin û dikevin navbera roj û dinyayê. 

Bi vî awayî jî, rê nadin ku tîrêjên rojê bigihêjin ser rûyê erdê û bi wî awayî ser rûyê erdê di tariyê de dimîne. Bi taritiya ezmanan re jî, ji ber kêmbûna germahiyê, gellek dirext û heywan dimrin û bi demê re, ji holê radibin.

Werger: Ali Gurdilî

info@felsefevan.org 

Bersivekê binivîsin