Diyalektîka Mengîwer [Dîyalektîka Îdealîst]

Diyalektîka Mengîwer [Dîyalektîka Îdealîst]

Diyalektîka Mengîwer [Dîyalektîka Îdealîst]  

G. W. F. Hegel, ramanwerê dawîn yê îdealîzma alman e. Heyînê wek îdea dipejirîne û heyînê, bi rihê mitleq “giyana teqez- geist” şirove dike. Giyana teqez, çêbûn û bizavek e. Giyana teqez, ne heyînek statîk e û her dem diguhere, ku heyînek manewî ye. Geîst a ku her dem di çêbûnek bêrawestan de ye; dema ku heyînê çêdike, rêyeke dîyalektîk dişopîne ku ev rê jî ji maweyên tez- antîtez û ji sentezê pêk tê.

Li gor bîr û baweriya Hegel, di destpêkê de bi tenê Geîst heye. Geîst, tez e. Geîst, dixwaze ku xwe binase û xwe diavêje derve. Bi vî awayî dibe bîyaniyê xwe û di xwezayê de xwe pêk tîne. Ev jî, antîtez e. Dema ku Geîst xwe di xwezayê de dide der, azadiya xwe winda dike û dixwaze ku, carekê din bigihêje azadiya xwe. Ji bo vê yekê jî, yeko yeko xwe di mirovan de dide der. Piştra di malbatê de, di civakê de û di dewletê de xwe dide der û digihêje kesayetî û azadiya xwe. Ev jî sentez e. Ji vê felsefeyê re Mengîweriya Dîyalektîk [Îdealîzma Dîyalektîk] tê gotin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin