Diyarêbekir; Nivîs, Peyva Kurdî û Pêşengeha Pirtûkan

Diyarêbekir; Nivîs, Peyva Kurdî û Pêşengeha Pirtûkan

Diyarêbekir; Nivîs, Peyva Kurdî û Pêşengeha Pirtûkan 

Roja din serê sibê ez û kekê M. Alî ketin rêya Wêranşarê. Em rasterast çûn petrolaxana Yuksel a. Li ber derî xwediyê Kûzenê min Hadî, me pêşwazî dike. Vê carê em bi şens bûn ku ew li wir e. Piştî bêhnvedanê em berê xwe didin mala kekê Soro. Bi kêmbûna mêvana re, şîn anîbûn malê. Em diçin mala wan û em dikevin sohbetek ji yê Elmanya. Bi qasî ku xuya dike, kurdên li derve, bêhtir ji nirx û welatê xwe hez dikin. Yên li welêt ji xire cirê, alozî û debara jiyanê xwe jî, jibîr kirine. Yên li Elmanya jî nivşên pêşî û yê li dû wan bêhtir bi hizr û giyanê xwe bi ax û nirxê xwe ve girêdayîn e.

Piştî qasekî xelkên bi term re hatibûn li hev civiyan. Helbet di nav wan de, şêx Husên jî hebû. Şêx zêde ji ol û çanda xwe hez dike. Her weha gellek şa dibe gava êzdî kêrî xwe bên. Ew şabûna xwe gellek cara bi min re jî parve kiriye. Paşê kekê Soro qala xwe û gava ew tenê li welêt mabû dike. Helbet ne bê gilî û gazince. Dem û derfet bi xwe re pirsgrêkên xwe jî tîn e. Gava pirsgrêk neyên çareserkirin, bi alîkî din ve bi rengekî din çareser dibin. Ew pirsgrêkê dike peçeşêr. Piştî axaftina têr û tijî, em xwarinekê bi hevre dixwun. Helbet li çêjxanê em dîsa rastî kekê Nûrî dibin, yê ku me hev li gundê Baxçecikê dîtibû. Piştî wê xwarinê xweş em dîsa berê xwe didin Amed ê.

Gava em vedigerin êdî roj li ber bi êvarî ve diçe. Ez û xwediyê wêşanxana Do kekê Husên Gunduz, wêşangerê min yê nû, li kolana hunerê civan didin hev, bi rêya têlê. Gava em dikevin çarşiya offîsê her dever tije ye, ji trimbêla. Em ciyê parkê bi zehmetî dibînin, lê li dûr. Heta em têne cem kekê Husên, baran dibare, bi barana gulanê re em leqayî hev tên. Gava em dikevin bi konikê kaffêteryayê dilopê baranê ji me têne xwar. Kekê Husên bi rûkenî pêşwaziya me dike. Ew demeke bû,  me bi rêya name û têlê li hev dipirsî û dida û distend. Em qala weşandina pirtûka dikin û çend diravê wî yên li cem min mayî ez didimê. Di wê baranê de hunermendê dengxweş, yê ez ji stîla hezdikim Mehmet Atlî tê, lê dema wê kêm bû, li bayê xwe dîsa çû. Em qeweke kurdî veduxun. Paşê em xatirê xwe ji hev dixwazin, ji heta roja din.

Êdî berê me li mala kekê M.Alî bû. Kevaniya Zelîxexanê xwarin amade kiribû û li bende me bû. Em diçin keça wan Nûjîn ê em dibînin. Nûjîn gellekî ji mobila hez dike. Hema xwe diavêje mobilê û weke mezina dikeve nava bernamê wan. Tevî ku nikare baş biaxife, lê çavê wê her tiştî baş jiber dikin. Xwarina me tê ber me, masiyên spî û bostaniyeke xweş bû. Ez destxweşiya wê dikim. Piştî vexwarina çaya reş, dema razanê tê.

Roja din serê sibê ez radibim piştî taştê rasterast berê xwe didim pêşangeha pirtûka. Li ber deriyê şaredariya bajarê mezin Amedê, aûtobûs amadene ji bo çûyîna pêşangehê. Tevî ku bernamê wan heye, lê bi seetan dimînin heta çend rêwî digihin hev. Lê dîsa jî mala şaredariyê ava be, ku bi erkeke wûsa re radibin. Ez diçim nava pêşangehê, berê li ciyê weşanxana Do, ya ku pirtûkên min, yên nû çap kirine digerim. Bi lêgerê re, ez leqayî rêveberê Weqfa Ismaîl Beşîkçî, wêşangerê min yê yekem Ehmed Onal têm. Pêre pêre min digire nav standê û bi dilovanî min hemêz dike. Helbet ez jî herî kêm bi qasî wî şa bûm ku min dîsa wûsa şên û şa dît.

Em qasekî li halê hev dipirsin û qala xebatê weqfê dikin. Ez ji kekê Ehmed re dibêjim; Araratê Kurd. Qawe ji me re çê dike. Paşê ez berê xwe didim standa wêşanxana Do. Ciyekî  gellek biçûk û veşartî girtiye. Ew pirtûkê min yê nû, yên li ser dezgehê şanî min dide. Ez radihîjim pirtûkê û berê maç dikim, weke ku zarokekî nû bûyî. Carna his hene, di hundurê mirov de, bi hest û hişê mirov dilîzin. Weke zarokekî di zikê dê de. Gava mirov berhemê li pêş çavê xwe dibîne, hindik be jî wê zehmetiyê jibîr dike.

Ji bo min berhem dibe çivîk yan jî çirûskeke û di halê xwe de çerx û perwaz dide.  Paşê ez li kêleka standa me, ya wêşanên NA dibînim. Silavê didim kekê Şemsê Qemer, rêveber û xwediyê wêşanxanê bi dilovanî me silav dike. Ez şa dibim, bi naskirina wî. Li tenişta wî wêşanên Deng hebû, em silavê didinê, keçeke ciwan û bi kurdî nizane li ber pirtûka ye. Ez weke kêmasiyekê dihisim. Li aliyê din wêşanên Sîtavê. Û li tenişta wê wêşanên APEC hebû. Em qasekî li dezgeha Apec bi hêja Alî Çiftçî  û Amed Tîgrîs re dikevin sohbetê.  

Ez diçim guhdariya rêveberê TÜYAP ê dikim. Bi axaftinên tirkî bû. Pesnê kurdên ked dane hizra tirkî dikin.  Paşê rêveberê Komela Niviskarê Kurd şaxê Amed ê, hêja Mehmed Yilmaz derdikeve. Ew axaftina xwe bi kurdî dike. Li pêşberî cîgirê walî. Bi qasî ez agahdar dibim, ji ber axaftina bi kurdî Walî beşdar nebûye. Paşê Şaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak xanim, bi kurdiya xwe ya şêlû û tirkiya xwe ya pak di axife. Lê hewl daye, jiyan hewldane, yê hewl nede nikare bi ser jî bikeve.

Ez li standa digerim, û dixwazim di awirê çavê mirov de hin peyama bistînim. Lê awirê wan her, bi min bi şik û guman bûn. bi bend û çeper bûn. Bi tîr û bîr bûn. Bi pêşdarizandin û lêpirs bûn. Lewma jî kenê wan ne ji dil û rûyê wan ne xerîbdost û dilnizm bûn. Dibe ev taybetî ji derûniya çewisandinê bê. Lê awirê wan, bi min gunehbarbûn. Berê jî min nivisîbû. Lê di awirê wan de bi min pirsa; „ji me ye, yan ne ji me ye?“ hebû. Bi ya min jixwe welatê kurda parçe bûye. Hizra wan parçe bûye. Têgihiştin jî. Lê bi qasî ku xuya dikir, êdî wêje û çand jî, ji aliyê partiyên kurd ve tête parçe kirin.

Êdi her rêkxistinê sazî û rewşenbîrê wê hene. Ez li wêşanxan digerim, bi nivîskar Receb Dildar û hin hevalan. Li ser standa J&J yê keçeke nivîskar bi navê Kristîn Ozbey dinasim, şabûna xwe bi wê rê parve dikim. Li wêşanxanê din hin pirtûka dikirim. Lê bi qasî ku dihate dîtin, rekabet li pirtûkên bi zimanê tirkî bû. Jixwe di têgeha gellek kurda de, yê bi tirkî binivîse rewşenbîr e. Lewma jî çapemeniya tirk carê hin kesan derdixe ser dikê bi navê „rewşenbîrê kurd“. Heyraniya tirkiya stenbolî ketiye asteke bilind. Ciyê daxê ye, ku kesên xuyayî hêjî xwe bi tirkiya xwe qure dikin. Li ser standa wêşanên Nûbihar kekê Silêman Çewîk bi dilgermî me silav dike û çayê îkram dike. Li standa Avesta keça rûken Songul bi dilgerimî silavê dide. Lê gava mirov wê û brayê wê Abdullah bide ber hev, mirovê bawer neke ku xwûşk û bra ne. Ew rûkene, brayê wê her rû tehle, weke ku deynê dunyayê jê bê xwestin. Lê bi qasî tête xuya kirin xebateke bi serkeftî nîşan didin. Ez ji Songul ê dipirsim, ew jî qayile. Heta ji zêde xebatê gazincan dike.

Danê êvarî tewerek bi navê edeba kurdî li dar dixin. Beşdar Berken Bereh, Edîb Polat, Ismaîl Dundar û Roşan Lezîn nin. Ez bi kêfekê guhdariya wan dikim. Paşê ez û hêja Berken Bereh hev silav dikin. Û ciyê kêfxweşiyê ye, ku mirov xwediyê hizrê jî binase. Li ser piya ez û helbestvan Berken Bereh li rewşa hev dipirsin. Paşê bi hêviya hevîdinekê em xatir ji hev dixwazin. Êdî êvare û derî  dê bêne girtin. Em xatirê xwe ji mala pirtûka dixwazin û berê xwe didin navenda bajêr.

Roja din jî ji ya bihûrî ne cûda tir bû. Ez dijimêrim ne kêmî bîstûpênc weşanxanê kurdî û yê bi kurdî pirtûka çapdikin di pêşangehê de beşdarin. Weşanxane roj be roj zêdetir dibin û her jî bi gilî gazincin.  Pirsgrêka ku ji nivîskara distînin, di serê min de diçi û tê. Ger asta xwendina kurdî kêm be, lê çima her roj weşanxayek nû peyda dibe? Weke xizanê nikaribe zikê xwe û jina xwe têr bike, lê her neh meha zarokê li sifreya vala zêde bike. Li vir bi qasî ez têdigihîjim mafê afirêner, ango nivîskar tê xwarin. Ger ne wûsa bûya, wê wêşanxane roj be roj zêde nebûna. Ne şerte, her wêşanxane her pirtûkê bi weşîne. Yan jî ne her berhema tê nivisandin, hêjayî weşandinê be. Lê ya ku desteya wêşanê hêja dibîne, nabe pereyekî gran, yan jî ji binî ve were stendin. Ev mijar û pirsgrêk asta wêje û nivisa kurdî nizm dike, divê pîvanek jêre were dîtin. Roja dawî ez nivîskar Rodî Zinar dibînim, ew bernamakê di GUN TV de çê dike. Min dike mêvanê bernamê.

Danê êvarî ez xatirê xwe ji dost û hevala dixwazim û berê xwe didim çarşiyê. Li nava sûrê de, ez li xortekî Lîcê têm, mexaza wî ya mobila heye. Ez qasekî pêre diaxifim, di temenê ciwan de kûpê xema ye. Her weha dilşewatê doza Kurdistanê ye. Dibêje;“ em şût û rût ji mal û gundê me avêtin. Ma kî ji kêfa xwe dest ji gund û milkê xwe berdide? Nahêlin em ri rojê cejna de jî gorê miriyê xwe bibînin û duha kê li ser gora wan bixwînin. Ma ev misilmantiye?“ Dibêje;“ li vir jî bela xwe ji me venakin, serê çendakî carê diavêjin ser dikana me û alavên me dibin. Qaşo me baca nedaye, lê ev tollgiriye“.

Ez dixwazim heqdestê wî bidim, ji destê min nagir e. Ez pirtûkek ji pirtûkê xwe diyarî wî dikim, gellekî şa dibe. Paşê ez xatirê xwe ji wî jî dixwazim û berê xwe didim, Kayapinarê mala kekê Wedat û xwûşka Qudsiye. Ez li Aûtobûsekê siyar dibim, baran dibare. Çi ecêbe, her êvar gava ez diçûm, baran dibariya. Weke ku baran ji kaniyê çavê min bibarin. Nizanim çima lê herê êvar graniyekê xwe berdida ser canê min û min xwe ji xerîba xerîbtir his dikir li kolanên Amîda. Bi rê ve, Songul xanim, ji wêşanxana Avesta li aûtobûsê siyar dibe. Em qala xebatê dikin, ew gellekî çalake û dayike jî. Tevî her zehmetiyê lê dîsa jî kêfê ji xebata xwe dibîne. Li Amedê dijî, lê rehê xwe yê bi dayika xwe ve qut nekirine. Di navêna Nisêbîn û Amedê de diçe û tê. Ew beriya min peya dibe û xatirê xwe dixwaze.

Ez bi baranê re dadikevim û diçim mala kekê Wedat û  xwûşka Qudsiya. Heta dema xewê, em radizên. Serê sibê ez radibim taştê dixwum û xatirê xwe ji wan û bajarê Amedê dixwazim. Ez têm balefirgehê xelkên daweta Baxçecikê jî li wir in. Vedigerin malê xwe. Gava em dikevin axaftinê, di peyvê wan de xuya dike, hatin jî derd û xem e, veger jî. Bi hesreta tên, bi kedera vedigerin ciyê sî û stara xwe. Bi gihiştina wan re, rûpela gernama min bi dawi dibe. Spas ji bo xwendina we. Heta ger û gotarek din, bimînin di nav gul û dila de. 

Newaf Miro

newafmiro@gmx.de

01.07.14

Ger çavkaniya nivîsan neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin