Duns Scottus

Duns Scottus

Duns Scottus (1265-1308) 

Ramanwerê îskoçî ku di navbera salên 1265-1308 an de jiya ye. Mantîq û metafizîka Arîstoteles pejirandiye, lê zêdetir di nava loda kevnoşopîya Augustînosî de cîh girtiye û li dijê Îbnî Ruşd û Thomasperestiyê derketiye. Duns Scottus di navbera teolojî û metafizîkê de cudahîyeke ava kiriye û li gor bîr û bawerîya wî metafizîk têra têgihiştina Xwedê nake û ne gengaz e ku metafizîk têbigihêje Xwedê.Zêdetir jî, li ser hêmanên hevpar yên ku ji bo hemû heyîna ne, rawestiya ye. Li gor bawerîya wî Xwedê, babeta têolojîyê ye. Scottus dibêje pêvîst e Xwedê ya gerdûnê dabe dêstpêkandin û livandin. Xwedê guherîna ku di gerdûnê de ye daye destpêkandin û ew heyînek bivênevê ye, yek e û ji hêla hilika xwe ve basîd e û xwediyê îradeyek azad e. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin