Di Mîtolojiya Yewnan de Efsaneya Medusaya Kezîmar

Di Mîtolojiya Yewnan de Efsaneya Medusaya Kezîmar
Medusa yek ji sembolên girîng ên bajarokê Dîdîmê (li herêma Egeyê, bajorekek) ye û yek ji wan sê cinawirên bin erdê ên mê ye, ku bi navê Gorgona têne nasîn. Ji wan sê xwehên cinawir, bi tenê kezîmara Medusa Bergorn (bi mirin e) e û yên ku lê mêze dikin, Medusa wan di cîh de dike kevir. Ji ber vê yekê jî, di dewra Antîk de bi armanca ku wê ê wan biparêze; li pereştişgeh û warên taybet; gelek wêne û peykerên Medusayê hatine çêkirin. Di çanda Antîk de, di derheqê jiyana Medusa de, çend rîwayetên cihêreng têne vegotin. Wê em ê rîwayetên, ku heta roja me hatine veguhezînin we.
Di van rîwayetan de xaleka hevpar heye, ku ew jî ev e:
Serê Medusayê ji aliyê Perseus ve, hatiye jêkirin û bi vî awayî hatiye kuştin. Ji xwîna wê jî hespê bi bask Pegasos û Khrysaor, çêbûne. Di perestişgeha Apollon de jî hatiye xwestin ku peykerên Medusa werin çêkirin, lê ji ber ku temamkirina perestişgehê gelekî dom kiriye; peykerên Medusayê nîvco mane û wisa jî hatine heta roja me. Ji wan peykeran yek, ku baş hatiye parastin û heta roja me hatiye; li hewşa perestişgeha Apollon ya li Didîmê, tê pêşan dan. Ji bilî perestişgeha Didîmê ya Apollon, çend peykerên Medusayê, li Stenbolê; li sarnica di bin erdê de “Yerebatan sarnicî” jî hene. Ev peykerên Medusayê, li bakûra sarnicê ne û ji serdema Romayê mane.
Efsaneya Medusa
Medusa wek keçake ciwan û bêdew dest bi jiyana xwe kiriye. Ew wisa bêdew bûye ku xwedawendan hesûdiya wê kirine û xwedan jî, li pey wê gerîyane. Nemaze jî Xwedawenda Athena, gelekî wê hezidî ye. Xwedayê behran, Poseîdon jî dildarê wê ye. Ji ber evîna wê dîn dibe û rojekî bi destakarî, li perestişgeha Athenayê; pêre radizê. Li ser vê bûyerê Athena, ji Medusayê gelekî aciz dibe û wê dike Gorgonek. Piştî ku dibe Gorgon, Medusa ji bêdewiya xwe dûr dibe. Medusa, gelekî ar dibe û porên wê vediguhezin maran. Medusa ji ber ku mirov bû, bi mirin bû. Ji ber vê yekê jî, Athena cezaya wê hindik dibîne û wê dide vekuştin. Kujdarê wê jî, Perseus e.
Di dema serjêkirinê de du zarokên wê ên ji Poseîdon, Pegasus û Chrysar; ji zikê wê der diçin. Dilopên xwîna wê, digihêjin çola Libyayê û vediguhezin maran. Perseus, serê wê ê jêkirî û Athena jî, çermê wê ji xwe re dibin. Ji xwîna wê du dilopan diyariyê qral Erichthonîus dikin. Ji wan dilopan yek jehreke kujende û ya din jî, jehrkuj “panzehîr” e û hemû nexweşiyan baş dike.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021