Ehmedê Xanî û Ramana Dewletî

Ehmedê Xanî û Ramana Dewletî

Ehmedê Xanî û Ramana Dewletî

Di dîroka sîyasî û ramanî ya Kurdan de, kesê ku cara yekemîn li ser pirsa avakirina dewleta Kurdî rawestiye û pêwistiya vê yekê bi nêrînek zanistî raxistiye ber çavan, bêguman Ehmedê Xanî ye. 

Ehmedê Xanî di berhema xwe ya bin av û deng Mem û Zînê de, di beşê Derdê Me de bi awayekî gelek zelal dest avêtiye vê pirsê. Em dikarin bibêjin ku beriya Ehmedê Xanî, kesekî ku di nav Kurdan de li ser mesela avakirina dewleta Kurdî rawestiye û tê zanîn tune. 

Nêrîna Ehmedê Xanî ya liser dewletê çi bû? An Ehmedê Xanî dewletek çawa dixwest? Ehmedê Xanî çima û ji ber çi sedema avakirina dewletek Kurdî diparast? E. Xanî di daxwaza avakirina dewleta Kurdî de, di bin bandûra kê de bû û şeklê karbidestiya dewleta ku diparast çi bû? 

Çima Ehmedê Xanî Kurdistanek yekbûyî diparast? Gelo E. Xanî dewletek netewî diparast? Di dewleta ku E. Xanî dixwest de rolê perwerdeyê çi bû? Çima Ehmedê Xanî girinyek mezin dida perwerdekirina zarûkan? 

Di jiyana civakî û zanistî û karbidestiya dewleta E. Xanî de rolê ziman çi bû? Çima E. Xanî, nemaze li ser giringiya zimanê Kurdî radiwestiya? 

Ji bo ku mirov bikaribe bersiva pirsên bi vî awayî bide û daxwaz, mebest û ramana E. Xanî fêr bibe, pêwist e ku mirov li nêrînên li ser dewletê yên fîlozofên beriya Ehmedê Xanî bisekine. Bêguman di vê yekê de nêrîna fîlozofên wekî Platon, Îbnî Haldûn, Machivelî, Thomas Mor û Thomas Hobbes girîng in. 

Nêrînên van fîlozofan ên li ser dewletê di roja me bi xwe de jî tên munaqeşekirin. Bi rûbirûkirina nêrînên van fîlozofan û E. Xanî, em ê bikaribin bigihîjin encamên berbiçav û rastir û hingê E. Xanî jî çêtir binasin. 

Çimkî nêrînek felsefî çiqas xweser û balkêş be jî, heta ku bi nêrîna fîlozofên din re neyê rûbirûkirin û di serada rexneyan re derbas nebe, cihêtî û xweseriya wê baş nayê fêhmkirin. Bêguman her nêrîna felsefî, divê li gor dem û mercên ku hatiye ziman bê nirxandin û şertên civakî û dîrokî yên demê jî bên hesibandin. Di xebata zanistî de ev metod girîng e. 

Di dîroka felsefî û sîyasî de kesê ku cara yekemîn bi awayekî gelek dorfireh dest avêtiye pirsa dewletê û di gel ramanên xwe yên pirralî, bi nêrînên xwe yên li ser vê yekê jî ji mirovahiyê re bûye mal Platon e. 

Ev fîlozof di cîhana Îslamî de bi navê Eflatûn tê zanîn û naskirin. Berî Zayînê (BZ), di navbera salên 427-347’an de jiya û ew bi xwe şagirtekî Sokrates (468-400) bû. Hemû berhemên xwe wekî diyalogên tiyatroyê nivîsî û tevê berhemên wî, beyî ku hunda bibin gihîştin dema me. Mirov dikare bibêje kitêb û diyalogên Platon bingeha tiyatroya hemû deman û dema me bi xwe jî amade kirin. 

Gava ku mamosteyê wî Sokrates, di 68 saliya xwe de, ji ber ramanên xwe cezayê îdamê sitand û bi jehrê hat kuştin, hingê Platon 28 salî bû. Ew şagirtê herî baş, ê Sokrates bû; li ser kuştina Sokrates terkewelat bû, piştî donzdeh salan, di çilsaliya xwe de vegeriya welatê xwe. Li gor dîtinan di vê navê de li Misir, Îtalya, Enedol û Hîndistanê digere. (1) Mumkun e ku ev fîlozofê hemû deman li Kurdistanê jî geriya be an jî di çûna van ciyan de di ser Kurdistanê re jî derbas bûbe. 

Dîtinên Platon ên li ser dewletê gelek balkêş in. Kêm zêde, îdeolojiya hemû dewletên ku di dema me bi xwe de jî hatine avakirin, dikare di nêrînên wî de bê dîtin. Platon fîlozofek pirralî bû û Ehmedê Xanî bi xwe jî di berhema xwe de wî bibîr tîne. Platon di berhema xwe ya bi navê Dewletê de li ser pirsên dewletê radiweste û ew dewleteke ku kar û îdareya wê di destê fîlozofan de ye diparêze. 

Li gor dîtina wî, heta ku fîlozof dewletê nexin dest, ne derdên dewletê û ne jî derdên hemwelatiyan dê neqedin. (2) Fîlozofî zanîn û hêza aqil e; ger ku ev zanîn û hêza aqil bi hêza dewletê re nebe yek û fîlozof neyê serê dewletê, derdên dewletê naqedin. Digel ku di gihîştina fîlozofan de rolê perwerde û sporê girîng e jî, fîlozofî di tebîetê de bi afirandina mirov ve girêdayî ye. Li gor Platon herkes wek fîlozof nayê dinyayê. 

Di nav mirovan de, ancax ji hezaran yek dikare wesfên fîlozofiyê pêk bîne û ev di nav civatê de hindikaniyek biçûk in. (3) Çimkî li gor Platon, ‘Tebîet hinek mirovan fîlozof û mirovê dewletê, hinekan jî bêyî ku bifikirin tiştên ku tên gotin bînin cîh, diafirîne.’ (4) 

Herçî Arîstotales e ew di pirsa newekhev hatina dinê ya mirovan de ji Platon gelek tûjtir difikire. Platon ji yên ku ‘Ji bûyîna (zayîna) xwe ve xerat û goşkar in’ qal dike; lê Arîstotales pêşvetir diçe û li ser ji yên ku ji bûyîna xwe ve kole tên dinyayê radiweste. (5) 

Li gor Arîstoteles Helenî azad tên dinyayê û ew hovan îdare dikin. 

Di dewleta ku Platon difikire û diparêze de jin û zarûk şirîk in û jin jî wekî mêran di nobetdariya dewletê de cih distînin. Platon wiha dinivîse: ‘Dê jinên notirvanên me di nav hemûyan de şirîk bin; dê tu yek ji wan bi tu mêrî re cihê rûnenê. Dê zarûk jî şirîk bin. Dê bav bi kurê xwe, kur bi bavê xwe nizanibe.’ (6) 

Di dewleta Platon de parastin û nihartina zarokan li ser heyetek taybetî ye. Divê jin zarokên xwe nas nekin û jinên ku şîrê wan heye zarokan bimêjînin. (7) 

Destûra bi hevrebûna jin û mêran jî dewlet dide. Jin ji emrê xwe yê bîstan heta çilan dikarin zarokan bînin. Mêr ji dema xwe ya ku herî xurt e he ta sala pêncî û pêncan dikare bi jinan re bê ba hev. Ev yek li gor destûra dewletê çêdibe û yên ku di ser an di bin vî temenî re zarûkên wan çêdibin, li hember dewletê û dîn sûcdar tên hesibandin. (8) 

Zarokên ku bê nîşan û bê merasîma dînî bên dinyayê pîç tên hesibandin. Di vê dewletê de zarokên hemçax bira ne û mêr û jinên ku di temenê dê û bavê wan de ne, ji bo wan dê û bav in. Ji bo Platon tiştê herî girîng yekîtiya dewletê ye. Xerabiya herî mezin jî parvebûna dewletê ye. Qedera dewletê û hemwetiyan yek e. Hemwelatî ji êş û şahiyên dewletê re hevpar in. (9) 

Çimkî li gor Platon ‘Dê bi jin û zarokên cur bi cur re êş û şahiyên cur bi cur çênebin. Ewê berjewendî, armanc û hîsên wan heta ku bibe yek be. Di vê rewşê de jî dê tu sedem nemînin ku dewlet parve bibe.’ (10) 

Didome… 

Felat Dilgeş 

Çavkanî: Kovara Nûdem /Hejmar 16/ Sala 1995 an. Rûpel: 33-54 

Têbinîyek: Lêkolîna birêz Felat Dilgeş, lêkolînek gellek hêja û zanyarî ye. Hege ez ne xelet bim, teza birêz Dilgeş ya doqtorayê bû. Ez pêbawer im ku wê xwendevanên zimanê Kurdî jê sûdeke mezin werbigirin. Li ser navê Malpera Felsefevan em spasiya birêz Felat Dilgeş û berpirsiyarên Kovara Nudemê dikin. Mala we ava ezbenî…

Bersivekê binivîsin