Elasmotherium Sibiricum

Elasmotherium Sibiricum

Elasmotherium Sibiricum

Pisporên zanîngeha Tomsk State ya li Rûsyayî, di lêkolînekê de bidest xistin ku 29.000 sal berê li deştên Sîberyayê afirîdeyeke bi qoçê mezin hebû ye. Pisporên zanîngeha Tomsk State lêkolîna xwe di kovara zanistî-American Journal of Applied Science de, eşkere kirin. Venasîna ‘Elasmotherium Sibiricum’ ku car caran jê re ‘Hespa bi qoç’ jî tê gotin, ne nû ye lê pispor wisa guman dikirin ku 350.000 sal berê dawiya vê afirîdeyê hatibû. Lêkolîna nû, lêkolînên berê yên li ser hespa bi qoç (quloç) têk bir.

Piştî lêkolîna li ser kiloxekê ku li Qazaxistanê bi awayeke pirr baş hatibû veşartin, pispor gihîştin wê encamê ku ‘Hespa bi qoç’ ya Sîberyayê ji hespê bêhtir li gergedanê çûye, û 29.000 sal berê li ser rûyê erdê xwe ba kirin e. Rêvebirê lêkolînê Andrei Shpanksy, di CNNê de wiha dibêje; dibe ku li bakur-rojavayê Sîberyayê ji xwe re kirin e stargeh û li vir berevajiya hemcinsên xwe jiyana xwe berdewam kirin e. Pispor, niha dixwazin bala zêde li ser bandora koçberî û faktorên hawirdor î bisekinin. 

Metîn Eser 

Çavkanî: American Journal of Applied Science û CNN

Bersivekê binivîsin