Epîktetos

Epîktetos

Ma tu dixwazî ku bibî feylesof? Xwe ji tinaziyan re amade bike!

Û bawer bike ku dê xelk wiha bibêjin: <Ev zilam, di şevekî de çawa bû feylesof, ev metirsiya wî ji kû tê?’ Lê guhên xwe nede van gotinan. Baweriya xwe bi tiştên xweşik û baş bîne, tiştên ku tu ji wan bawer dikî. Jibîr neke, mirovên ku tinazên xwe bi te dikin, dê rojekê te bihezidin. Heke tu guhên xwe bidî tinazên wan, wê demê dê zêdetir tinazên xwe bi te bikin.

Heke ji bo xelk te biecibînin tu xwe bi tiştên rûkalkî girê bidî, bizanibe ku dê qîmeta te kêmtir bibe. Ji bo vê çendê, herdem divê feylesofî besî te be. Heke tu bixwazî ku xelk feylesofiya te bibînin, bibe wekî xwe û qîmetê bide vê yekê. Ev yek, dê besî te be.

Epîktetos | Raman û Guftegoy

Bersivekê binivîsin